Li Enqereyê qada pîrozbahiya 1ê Gulanê: Em ê vê pergalê biguherînin
Li Enqereyê bi tevlîbûna bi deh hezaran karker û kedkar bi dirûşmeya, “Em bibin yek û biguherînin” 1ê Gulanê hat pîroz kirin. Karkeran û kedkaran di pîrozbahiyê de daxwaza wekhevî, aştî û edaletê anîn ziman.

Bi pêşengiya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cameweriyê (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Şoreşger (DÎSK), Yekîtiya Odayên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) û Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB), bi dirûşmeya “Em bibin yek û biguherînin” li Qada Tandogan a navçeya Çankyayê ya Enqereyê 1ê Gulanê Cejna Kedkar û Karkerên Cîhanê hat pîrozkirin. Beriya pîrozbahiyê, partiyên siyasî, sendîqa û sazî û dezgehên civakî bi kortejan derbasî qada mitîngê bûn.
Cigirê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Mahfuz Guleryuz, Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan û parlamenterê Rihayê û endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Mîthat Sancar di nav korteja DEM Partiyê de tev li mitîngê bûn. DEM Partî jî bi pankarta li ser, “Li dijî mêtîngerî, emperyalizm û şer nan, aştî û edalet” dinivisî bi kortejê heta qada mitîngê hat. Girseyê bênavber dirûşmeyên, “Ji Ocalan re azadî û Kurdistanê re statu”, “Bijî Yekê Gulanê”, “Her der Taksîm e û her der berxwedan e” û “Jin jiyan azadî” berz kir. Girse piştî derbasî qada mitîngê bû heta destpêkirina bernameyê dirûşim berz kir û li qadê govend gerandin. Koroya Jinan a Egitîm Senê jî li ser dikê bi her zimanî sirûd xwendin. Mitîng ji bo kesên di têkoşîna ked û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
‘Hêza me heye ku em pergalek wekhev û azad ava bikin’
Piştî rêzgirtinê metna hevpar a daxuyaniyê hat xwendin. Metna Kurmancî li ser navê KESKê Zelal Angay xwend. Zelal Angay anî ziman ku ew ji bo daxwazên xwe li qada Yekê Gulanê ne û wiha axivî : “Em wekheviyê dixwazin. Em li dijî zextan demokrasiyeke rasteqîn dixwazin. Em ê vê pergalê bi yekbûna xwe biguherînin. Em ê ji bo mafên xwe bi yekitiya xwe bi serbikevin. Em ê ji bo pêşeroja zarokên xwe bi hev re têbikoşin. Ji bo kedkar neyên kuştin, ji bo jin neyên kuştin û tundî bi dawî bibe bi têkoşînê em ê bi serbikevin. Em ê li dijî talankeran xwezaya xwe biparêzin. Em jin, kedkar û ciwan li vir in û li vir bang dikin. Em ê têkoşîna gelan a bi hev re mezintir bikin. Em ê çareriya demokratik a pirsgirêka Kurd bi hev re pêkbînin. Hêza me heye ku em pergaleke wekhev û azad ava bikin.”
Piştî metna daxuyaniyê peyamên ji mitîngê re hatibûn şandin, hatin xwendin. Piştî axaftinan Bajar derket ser dikê û mitîng bi stran, gerandina govend û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.


