Mazlûm Ebdî û Tom Barrack li Hewlêrê rewşa Sûriyê nirxandin
Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî li Hewlêrê bi Tom Barrack re civiya. Di civînê de rewşa Sûriye û Rojava nirxandin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî li bajarê Hewlêrê bi Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê Iraq û Sûriyeyê Tom Barrack û şandeya pê re civiya. Li gorî agahiyên hatin bi destxistin, di civînê de her dua liyan rewşa siyasî ya Sûriye û Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kirin. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî di civînê de amade bû. Serokatiya Herêma Kurdistanê têkildarî civînê daxuyaniyek weşand û got; “Di hevdîtinê de geşedanên dawî yên siyasî û ewlehiyê yên herêmê, her wiha bi taybetî rewşa Sûriyeyê hate gotûbêjkirin. Mijara pêşxistina hevkariya di navbera Kurdan û Hikûmeta Demkî ya Şamê de hate nîqaşkirin.”
Di daxuyaniyê de hate gotin ku, Nûnerê Taybet yê Serokê Amerîkayê, Barrack tekez kir ku ji bo aramî, îstiqrara herêmê, ji bo dîtina çareseriyek guncar û giştgir ji bo qeyrana Sûriyeyê wê welatê wî piştgiriya xwe bidomîne. Li gor daxuyaniyê, di civînê de behsa çareseriya pirsgirêkan bi rêya diyalog, lihevkirina di navbera aliyan de ji bo dabînkirina hemû mafên Kurd û pêkhateyên din yên li Sûriyeyê hate kirin. Her wiha hate ragihandin ku di civînê de tekezî bi dabînkirina aramî û ewlehiyê j bo Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê hatee kirin.


