Li Wanê bangawaziya ‘Mitînga Azadiyê’

Li Wanê bi dirûşma ‘Bi Rêbertiya Azad ber bi Civaka Demokratîk ve’ amadekariyên ‘Mitînga Azadiyê’ tê kirin. DBP û DEM Partiyê banga tevlibûnê li Waniyan kirin û destnîşan kirin ku azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan mifteya aştiya civakî ye.

1 deqe xwendin
Li Wanê bangawaziya ‘Mitînga Azadiyê’

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û DEM Partiyê li Eywana Tahîr Elçî ya Baroya Wanê têkildarî ‘Mitînga Azadiyê’ daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de pankarta ‘Bi Rêbertiya Azad Ber bi Civaka Demokratîk Ve’ hat vekirin û dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hat berzkirin. Parlamenterên DEM Partiyê, nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn.

Daxuyaniya Kurdî ji aliyê endama komîteya amadekar a mitîngê Elîf Şeker ve hat xwendin.

Elîf Şeker da zanîn ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê qonaxeke dîrokî ye û wiha got: “Ev bangawazî, perspektîfa civaka demokratîk a ku gel dikarin tê de bi ziman, nasname û statuya xwe bi azad bijîn, derxistiye holê. Di pêvajoya borî de, bi sekinandina şer û pevçûnan re civak nefesek girt, hêsirên çavên dayikan sekinîn û gel careke din dît ku aştî çiqasî binirx e. Di serdemeke wiha de ku Rojhilata Navîn bi şer û qeyranan hatiye dorpêçkirin, aştî êdî pêdiviyeke wisa ye ku nayê paşxistin.”

Daxwazên sereke hatin rêzkirin

Elîf Şeker destnîşankir ku ji bo aştiyeke birûmet û mayînde divê demildest gavên demokratîk bên avêtin û daxwazên gel bi van xalan rêz kir: “Divê zagona li dijî terorê were rakirin û zagonên antîdemokratîk demildest bên guhertin da ku mafê xweîfadekirinê neyê darizandin. Divê dawî li polîtîkayên qeyûman bê anîn û ev rejîm demildest bê rawestandin. Girtiyên siyasî bên berdan. Qedexeyên li ser ziman û çanda gelê Kurd bi temamî bên rakirin. Ji bo ku aştî xurt bibe û çareseriya demokratîk bi pêş bikeve, divê şert û mercên xebat û ragihandinê yên Birêz Abdullah Ocalan werin sererastkirin, bi zagonê werin garantîkirin û rêya azadiya wî ya fîzîkî bê vekirin.”

Bi şîara ‘Bi Rêbertiya Azad Ber bi Azadiyê ve Dimeşin’

Elîf Şeker di dawiya axaftina xwe diyar kir ku ew vê mitîngê ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd li dar dixin û ji bo xwedîderketina li vê pêvajoyê wiha bang li gelê Wanê û tevahiya gelê Serhedê kir: “Bi şîara ‘Bi Rêbertiya Azad Ber bi Azadiyê ve Dimeşin’ em bang li gelê xwe, ciwanan, jinan, kedkaran û hemû hêzên demokratîk dikin ku em werin cem hev. Niha dem dema bilindkirina dengê xwe ye. Niha dema meşa ber bi azadiyê ve ye.”

Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.