Li dûrî axa xwe çanda xwe dide jiyîn

Medîne Kaplan bal kişand ser girîngiya hilberîna jinan û ev tişt anî ziman: "Ez di wê baweriyê de me jin jî dixwazin gelek tiştan bikin. Dema mirov bi keda xwe hinek tiştan bike ev pir hêja ye.

1 deqe xwendin
Li dûrî axa xwe çanda xwe dide jiyîn

Kurd koçî deverekê bikin li wir jî çand û kewneşopiyên xwe didomînin. Welatiya bi navê Medîne Kaplan ji ber zext û zordariyên dewleta tirk neçar ma ji Colemêrgê koçî Enqereyê bike û bi dirûtina kincên gelêrî li çanda xwe xwedî derdikeve.

Medîne Kaplan diyar kir ku dema nû hatin Enqereyê gelek zehmetî kişandine û wiha got: "Em demeke dirêj di xaniyên kirêkirî de dijîn û derfetên me kêm bûn. Bi demê re em hînî vê bûn, her çi be jî divê em hînî vê bibin. Jiyana me bi vî rengî berdewam kir. Lê min her tim xwest ku dikanekê vekim. Ev pîşeya min bû. Nêzîkî du salan hewldanên min çêbûn lê min nekarî pêk bînim. Bi taybetî divê ez bi zarokên xwe yên cêwî re eleqedar bibim. Di dawiyê de, nêzîkî sê meh berê me dikana xwe vekir."

Hem didirûn û hem jî pîne dikin

Medîne Kaplan da zanîn ku bi çûyîna kursan fêrî dirûtina kincan bûye û wiha got: "Em li dikanê hem kincan difiroşin û hem jî kincên welatiyan pîne dikin. Em bi gelemperî şal û şepik, kiras û fîstanan didirûn. Li vir hem kincên hazir tên firotin û hem jî kincên ku em bixwe didirûin tên firotin. Hêdî hêdî derdor me nas dike û tên vê derê. Bi gelemperî muşteriyên me ji bo dawetan tên. Hinek ji bo keçên xwe kincan dikirin û hinek kes jî kincên xwe yên berê pîne dikin. Ji bo kesên ku bixwazin em jinûve kincan didirûn." Medîne Kaplan destnîşan kir ku hem ji bo piştgiriya aborî bide malbata xwe vî karî dike hem jî dixwaze bi keda xwe hinek tiştan bike. 

'Em koka xwe ji bîr nakin'

Medîne Kaplan bal kişand ser girîngiya hilberîna jinan û ev tişt anî ziman: "Ez di wê baweriyê de me jin jî dixwazin gelek tiştan bikin. Dema mirov bi keda xwe hinek tiştan bike ev pir hêja ye. Ez jî ji ber vê dixebitim. Di roja me ya îro de şert û mercên aborî pir zehmet in û divê di malbatê de herkes piştgiriya aborî pêk bîne. Ez hem li zarokên xwe mêze dikim û hem jî dixebitim. Her wiha zarokên min jî piştgiriyê didin min. Min ev dikan nemaze ji bo wan vekir. Ev parçeyek ji çanda me ye, em koka xwe ji bîr nakin. Em li vê taxê çanda xwe bi hev re didin jiyîn."