Li bin siya sêdarê Jin Jiyan Azadî
Hovîtiya ku li ser laş û hebûna jinan tê meşandin, tenê bi darvekirinê bi dawî nabe; ew di heman demê de exlaqê mirovahiyê jê dibe. Li gorî zihniyeta rûreş a rejîmê, "qaşo nabe jineke nezewicî yan jî bakîre bêyî ku keçbûna (bakîretiya) wê were xerakirin biçe cîhana din", lewma qaşo ji bo "rêgirtina li vê", berî ku jinan bibin ber sêdareyê, keçbûna (bekareta) wan bi zorê û bi şêwazên hov tê xerakirin.

Sîstema dadî û siyasî ya Komara Îslamî ya Îranê, bi salan e ku sêdareyê wekî amûreke herî hov a tepisandin, tirsandin û tunekirina daxwazên azadiyê bi kar tîne. Di van demên dawî de, ev karta darvekirinê bi taybetî li dijî jinên çalakvan, azadîxwaz û li dijî tevahiya civaka ku serî hildaye, rûyê xwe yê herî reş nîşan dide. Rejîm, jinan û herî zêde jî sînorên exlaq û mirovahiyê di bin lingên xwe de diperçiqîne.
Yek ji rûpelên herî biêş û hov ên vê dawiyê, darvekirina jinan û bi taybetî sê jinên ji baweriya Behayî ye ku yek ji wan ducanî bû. Li gorî pênase û qanûnên ku rejîma Îranê bixwe nivîsandine; divê jina ducanî berî ku were darvekirin zaroka xwe bîne dinyayê, nexwe heke di rewşa ducaniyê de were qetilkirin, ew wekî "şehîd" tê hesibandin. Lê, gava ku mijar dibe tepisandina daxwaza azadiyê, Îran hîmên qanûnên xwe yên navxweyî jî binpê dike û li hemberî pîroziya jiyanê dibe xwedî korbûneke kûr.
Heman bêhiqûqî û hovîtî li ser zarokan jî tê meşandin. Her çend qanûnên navneteweyî û yên hundirîn darvekirina kesên di bin 18 saliyê de qedexe bikin jî, di pêvajoya serhildanên dawî de dinya bû şahidê qetilkirina bi dehan zarokên ku tenê xewna siberojeke azad didîtin.
Hovîtiya ku li ser laş û hebûna jinan tê meşandin, tenê bi darvekirinê bi dawî nabe; ew di heman demê de exlaqê mirovahiyê jê dibe. Li gorî zihniyeta rûreş a rejîmê, "qaşo nabe jineke nezewicî yan jî bakîre bêyî ku keçbûna (bakîretiya) wê were xerakirin biçe cîhana din", lewma qaşo ji bo "rêgirtina li vê", berî ku jinan bibin ber sêdareyê, keçbûna (bekareta) wan bi zorê û bi şêwazên hov tê xerakirin. Jinên girtî, berî ku werin qetilkirin, di hucreyên tarî de ji aliyê rayedarên leşkerî û berpirsên girtîgehan ve tên tecawizkirin. Ev ne tenê sûcekî şer e; ev êrişeke sîstematîk e li ser rûmet, nasname û vîna jinê.
Li aliyê din, daxwaza parastina desthilatdariyê rejîm biriye asteke wisa sosret ku êdî di televîzyonên fermî yên dewletê de, çekan didin destê spîker û pêşkêşvanên nûçeyan. Di bin navê "girîngiya parastina welat" de, ew di rastiyê de peyama şerê navxweyî û tundiyê belav dikin. Rejîm dixwaze çekan bide alîgirên xwe û bi rêya komên çete yên fermanber, civaka Îranê parçe bike, şerekî hundirîn gur bike û bingeha jiyana hevpar wêran bike. Plana wan aşkere ye: Hemû jinên pêşeng û azadîxwaz bigirin an darve bikin, û yên mayî jî bi rêya van çeteyên çekdar bitirsînin û qetil bikin.
Ber bi Ronahiya "Jin Jiyan Azadî" ve
Li hemberî vê sîstema ku mirin, sêdare û rûreşiyê li ser civakê ferz dike, rêya herî rast û yekane ya rizgariyê, xwebirêxistinkirin e. Ji bo jinên Îran û rojhilatê Kurdistanê, parastina herî xurt û pîroz ne çekên ku rejîm li ser ekranan nîşan dide ye; parastina herî rast ew e ku bi ruhê şoreşger ê "Jin Jiyan Azadî" bi lez û bez pergala xwe ya parastina cewherî ava bikin.
Parastina cewherî, tenê girtina çekan nîne; ew rêxistinbûna hişmendî, yekîtiya fikir û aqilê hevbeş û xwedîderketina li rûmeta mirovahiyê ye. Heta ku ev hovîtiya dewleta Îranê berdewam bike, nabe em tenê gavekê jî paşde biavêjin. Ji ber vê yekê, têkoşîna li dijî darvekirin û tecawizên sîstematîk divê ji çarçoveya herêmî derkeve û di asta navneteweyî de bibe dengekî gerdûnî. Divê hemû cîhan, sazî û mirovên xwedî wijdan li hemberî vê hovîtiya bêwêne rabin ser piyan. Rejîm rewşa şer wek behane nîşan dide û sûcên şer ên mezin dike. Divê li beramberî van sûcan tevahiya raya giştî ya cîhanê hişyar be û helwestê nîşan bide. Kesên van kiryarên rejîmê nabînin û tenê dixwazin bi rejîmê re di hinek mijarên aborî de li hev bikin jî şirîkên van sûcên mezin in!
Lê ya rast ew e ku çi dikin bila bikin, xeleka sêdareyê nikare felsefeya jiyanê bifetisîne. Ew hovîtiya ku îro di hucreyên tarî yên Îranê de tê meşandin, sibê dê bibe sedema hilweşîna textê sitemkaran. Çawa ku dîrokê gelek caran îsbat kiriye; pergala ku xwe li ser xwîn û keda jinan ava dike, mehkûmî hilweşînê ye. Jina ku fêrî parastina xwe ya cewherî bûye, êdî ne qurbana sêdareyê ye, lê herî zêde ew e ku dê daxwaza azadiyê bike rastiyeke zindî.


