Helbest bi kêrî çi tê?

Dema mirovên pêşîn xwestin bûyeran bi alavên hêza xwezayê, Xweda, ruh û hebûnên pîroz zelal bikin; bingeha mîtolojiyê danîn ku mirov dikare bibêje mîtolojî helbestên pêşîn in.

1 deqe xwendin
Helbest bi kêrî çi tê?

Helbest îro çeşn û kategoriyeke nivîsê be jî, awayê wê yê pêşîn beriya hilberandina nivîsandin û qeydkirinê çêbûye. Mirovên pêşîn beriya ku nivîsê hilberînin, hewl didan xwezayê fêm bikin, tirs û fikarên xwe îfade bikin û bîra xwe ya civakî biparêzin. Di van pêvajoyan de rîtm, deng, dubarebûn û bikaranîna peyvên basît ji bo gotin û ragihandinê dibûn alavên girîng û ev tişta ku wan bi hezar û deh hezaran salên berê kirine; bû bingeha helbestê. 

Mirovên pêşîn ne xwedî behremendiyeke mezin bûn ku bikaribin bûyerên xwezayê fêm bikin. Berf, baran, birûsk, bablîsok, girtina roj û heyvê, lehî û heyveron ji bo wan tiştên efsûnî bûn. Lê mirovê xwedî hiş û aqil her demê xwestiye, dinyayê fêm bike. Dema ku wan xwest van bûyerên bi alavên hêza xwezayê, Xweda, ruh û hebûnên pîroz zelal bikin; bingeha mîtolojiyê danîn ku mirov dikare bibêje mîtolojî helbestên pêşîn in.

Mîtosên ku hatin hilberandin ne wekî çîrokî û vegotinî bûn. Ji bo ku di hişê mirovan de bimîne, mirovên din bikaribin ji ber bigirin û ew jî ragihînin; bi zimanekî xwedî rîtm, muzîk û dubarebûyî pêk hat. Di wan civakan de yên ku hê nivîs lê nehatine hilberandin; bîr, tecrûbe, pêşniyaz û şîret bi rêya mîtosên helbestê dihatin ragihandin.

Sermeselê, di destana Gilgamêş de gelek çîrok, serpêhatî, qonax û bûyer hebin jî di dawiya dawîn de rêwîtiyeke dirêj a ji bo nemiriyê derdikeve pêşberî me û ev destan êdî wek forma helbestê tê ragihandin. 

Helbesta ku yek ji metoda herî kevn a gotin û vegotina mirovayetiyê ye; dema ku xwestiye tiştekî bibêje, ji dêvila hevokên basît ên rojane hewl daye ziman tîr bike, wekî dareke ku ji bo mezin bibe guliyên wê tên birîn di helbestê de jî ji bo peyam û gotin geştir bibe, guliyên gotinê yên ku li enerjiya mezinbûna darê dimijin tên birîn. Ew dixwaze barê li gotinê hatine barkirin ji ser wê were avêtin; bi tenê tîrbûn, cewher û kakilê gotinê were pêşkêşkirin ku ev tişt awayên fikirîn û hîskirinê ne. 

Di nav bîr û sehekên wekî dîtin, bihîstin, tehmkirin û bêhnê de çawa ku ya herî xurt bîra bêhnê ye; di xwendina helbestê de ji dîtin, peyv û deng wêdetir ew îmaj û atmosfera ku di helbestê de pêk tê; wekî reaksiyona bibîranîna bi bêhnê ye. Di helbestê de temamê hest, fikr, raman, peyam û pergala vegotinê; wekî bandora standina bêhna tiştekî, di hişê mirov de heman bandor çêdibe. Ev tişt dibe bandor û efsûna hestên kolektîf, rîtma jiyanê, çirûskeke liberketin û serwextbûna ji dîrok û çîrokan û dawerivîna kakilê başî û xerabiyê. Helbest bi peyvê tê nivîsandin lê bi estetîka komunal, fêmkirina mirovbûnê ya gerdûnî, frekanseke civakî û olandana dengên hatine birîn tê fêmkirin. Wek kevirekî biçûk dikeve golekê û ava golê xelek xelekî mezin û belav dibe; helbest jî wekî wî kevirê di hiş û bîra mirov û civakê de xelekan çêdike. Dîsa wekî kevir an jî şujikekî biçûk dikeve nav sola mirov û mirov bi her gavavêtinê pê diêşe; di hin deman de rastiya helbestê dibe wekî vî kevir û şujikê di solê de. Çend riste di cîhana fikirîn û hişê mirov de dibin wekî kelemên li ber çavan, bi her fikirandinê re ew kelem di bîra mirov re diçe. 

Helbest carinan wekî xewnekê ye. Çawa ku di xewnê de wateya dem, mekan, mantiq û rastiyê tune be lê ew hestên tîr ên di xewnê de dike ku mirov ji tirsan bimire an jî ji kêfan bifire; tişta ku helbest di hişê mirov de çêdike jî wisa ye; ew ti sînorên dem, mekan û mantiqê nas nake; lê di labîrentên hiş û dilê mirov de pêlên bablîsokan ava dike. Di têkilî û danûstandinên jiyana rojane de, belkî ti qîmeteke helbestê tune be lê jixwe qîmeta wê ne di ‘kêrhatîbûna’ wê de ye. Belkî ew çend gotinên tût û rût be lê dikare wekî mohrekê xwe li giyanê mirov û civakê bixe. Dema ku lêdaneke fîzîkî di bedena mirovan de şopên reş û şîn çêdike; ew reşûşînbûn dibe ku çend roj şûnde wenda bibin; lê lêdana helbestî ya li ser giyan dibe ku demeke dirêj bidome. Dev û diran dikarin her tiştên ji kevir nermtir bicûn û daqurtînin lê dema ku mesele helbest be, dibe ku giyan nikaribe çend gotinan daqurtîne, ew çend gotin dibe ku wekî dasiyan di qirika giyan de cit bibin. 

Helbest di navbera rastî û heqîqetê de, di navbera kes û civakê de bêhnvedanek e. Di jiyanê de ya ku kar û barê wê yê rojane naqedin, mirov di navbera çerxên wê de tê hêrandin û gelek caran nizane serê dilê wê li ser kîjan balîfê ye, helbest dikare bibe stargeheke bêhnvedanê. Di wê stargehê de carinan tiştek diniqute dilê mirov, carinan serê mirov li kevirê gorê dikeve, carinan mirov li xwe û li mikûrhatinê mikûr tê. Bi avêtina cil, tebeqe û barên li ser xwe; helbest xwe tazî dike; lê tazîbûna wê ji tazîbûnekê wêdetir hewldana xwegihandina cewher û heqîqetê ye. 

Hin teqemenî hene ku ne derb û lêdanê, ne bi eciqandinê, ne bi şewitandinê, ne bi barûdê û ne jî bi enerjiya dînamîk û kînetîk tên teqandin. Ev teqemenî tenê bi çirûskek an jî bi pergaleke elektrîkê ya gelekî biçûk dikare biteqe. Têkiliya jiyan û helbestê jî wisa ye. Jiyana ku mirov di nav lepên wê de zîz dibe, di nav keftûlefta wê de ku dişibe avjeniyeke di birkeke bêav de, gelek caran mirov nikare hay ji xwe bibe û li xwe varqile; ev hemû tişt dibin wekî teqemeniyên giyanî yên ku xwe nadin der. Ev teqemeniyên giyanî yên ku bi derbên wekî westandinê, bi hêrsbûnên ji nişka ve yên wekî fîşekê û bi qebûlnekirinên wekî agir nikare wê biteqîne; bi çirûskeke biçûk a helbestî dikare biteqe, pêl bi pêl berfireh bibe, di hişê mirov de birûskên domdar ava bike. 

Ku bîr û hestên mirovan bi rastî jî bîreke avê bûya wê helbest bibûya avjeniya di wê bîrê de. Ji ber tengbûna devê bîrê ji dêvila avjeniyeke wekî ya gol û behran ku heta ji mirov tê, mirov dikare bi pêş ve biçe wê di bîrê de pêk neyê. Helbesta ku mirov dikare wê bişibîne avjeniya di bîrê de, ji dêvila ji aliyekî ber bi aliyekî din, ji jor wê ber bi jêr ve were kirin. Avjeniya ku ji dêvila dûrahiyê, xwe berdide kûrahiyê; avjeniya ku ji dêvila rastiya li ser avê hewl dide heqîqeta di bin avê de fêm bike; avjeniya ku ji dêvila li ser avê bêhneke fireh bistîne di bin çewisandina avê de bêhna wê diçike; avjeniya ku qîma xwe bi ser avê nayne û hewl dide bi binê bîrê de xwe bigihîne cihê ku av jê dizê.