Li 3 bajaran ji bo girtiyên nexweş bang kirin
Têkildarî rewşa girtiyên nexweş li Stenbol, Enqere û Edeneyê çalakî hatin lidarxistin û di çalakiyan de hat destnîşankirin ku tehliyeya girtiyên nexweş ne pêwîstiya hiqûqê ye.

Komisyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxê Stenbolê, di hefteya 733yemîn de çalakiya “Rûniştina F” li ber avahiya komeleyê ya li Beyoglûyê pêk anî. Di çalakiya vê hefteyê de bal hat kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Alî Tosun ê ku li Girtîgeha Tîpa L a Marmara tê ragirtin. Di daxuyaniyê de pankartên “Tedawî maf e nayê astengkirin” û “Girtiyê nexweş Resûl Baltaci serbest berdin” hatin hilgirtin û dirûşmên “Bila girtiyên nexweş bên tehliyekirin” û “Tecrîd dikuje piştevanî dide jiyîn” hatin berzkirin. Metna daxuyaniyê ji aliyê Sevîl Turgut ve hate xwendin.
Sevîl Turgut diyar kir ku girtiyê nexweş ê giran Mehmet Alî Tosun (72) ê ku ji sedî 53 astengdar e, nexweşê dil, tansiyon, felc û prostatê ye û wiha axivî: “Astengiya dîtin û bihîstinê ya Tosun di asteke pêşketî de ye. Tosun ji ber astengiya bihîstinê gelek caran hatiye emeliyatkirin û niha cîhaza guh bikar tîne û tenê bi alîkariya kesên din dikare jiyana xwe bidomîne.”
Sevîl Turgut bang li rayedaran kir ku Tosun û hemû girtiyên nexweş werin berdan da ku mafê wan ê jiyanê bê parastin.
Enqere
Înîsiyatîfa Azadiyê ji bo Girtiyên Nexweş, di hefteya 605emîn a çalakiya xwe de li Kolana Sakaryayê kom bû û bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Huseyîn Bîlecan ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Sincanê tê ragirtin.
Hevserokê Şaxa ÎHDê ya Enqereyê Omer Faruk Yazmaci daxuyanî xwend û diyar kir ku nexweşiyên Bîlecan pir û giran in û ev tişt got: “Huseyîn Bîlecan gêja wî diçe û rewşa wî gihîştiye wê astê ku tenê dikare li ser milê xwe yê rastê razê, nikare li ser piştê/rast razê. Pêvajoyên emeliyat û tedawiyê zehmet dibin û emeliyatên wî tên taloqkirin. Ji ber kevir ê di kîsika zirav de êşa wî giran e û divê bê emelîyatkitin, herwiha ji ber êşa çongan nikare bimeşe û ji ber fitiqa piştê pêdiviya wî bi tedawiyê heye.”
Yazmaci bang li hemû saziyên têkildar kir ku mafê tedawiyê yê Bîlecan bê parastin û tavilê bê tehliyekirin.
Edene
Şaxên ÎHDê yên Herêma Deryaya Spî (Edene, Mersîn, Îskenderûn, Hatay û Antalya) ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş li Parka Înonu daxûyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila girtiyên nexweş bên berdan” hat hilgirtin û dirûşmên “Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe” hatin berzkirin.
Cîgirê Hevserokê Giştî yê ÎHDê Hakki Demîr di daxuyaniyê de axivî û got: “Ji bo ku gel bi pêvajoyê bawer bike û derbasî mercê aştiyane bibe, divê hin gavên hêsan bên avêtin.” Demir bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û got ku gelek girtî tenê dema ku jiyana xwe ji dest didin dikarin ji girtîgehê derkevin.
Hevseroka Şaxa ÎHDê ya Edeneyê Yasemîn Dora Şeker rapora komeleya xwe ya 28ê nîsana 2025an bibîr xist û diyar kir ku bi kêmanî hezar û 412 girtiyên nexweş hene, ji van 335 giran in, 230 nikarin bi tena serê xwe bijîn û 105 jî hewcedarê lênêrînê ne. Yasemîn Dora Şeker destnîşan kir ku girtîgeh veguherîne "odeyên li benda mirinê" û got ku berdana girtiyên nexweş ne mijara nîqaşên siyasî, pêwîstiya hiqûqê ye.


