Komîsyona Astengdaran a DEM Partiyê banga ‘Meşa Rûmetê’ kir
Komîteya Amadekar a Komîsyona Astengdaran derbarê meşa ku dê di 3yê gulanê de li Amedê li dar bixin de wiha got: “Ji bo avakirina jiyaneke wekhev û bi rûmet a li Amedê, bang li her kesî dikin ku beşdarî ‘Meşa Rûmetê ya Astengdaran’ bibin.”

Komîteya Amadekar a Komîsyona Astengdaran a DEM Partiyê dê di 3yê Gulanê de “Meşa Rûmetê ya Astengdaran” li dar bixin. Di pêşengtiya Komîsyona Astengdaran a Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê de Komîteya Amadekar a Komîsyona Astengdaran li avahiya DEM Partiyê ya Amedê tekildarî meşê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de pankarta “Meşa rûmetê ya astengdaran. Bila di vê rûmetê de şopa te jî hebe” hate vekirin. Serokê Komîteya Amadekar Ahmet Gezen ku Rêveberê DEM Partiya Amedê ye metna çapemeniyê xwend.
Ahmet Gezen bal kişand ser pirsgirêkên 10 mîlyon welatiyên astengdar ên li Tirkiyeyeyê û 200 hezar astengdarên li Amedê û destnîşan kir ku astengdar di budçeyê de, di xizmetên giştî de û di jiyana rojane de bi polîtîkayeke “tunehesibandinê” re rû bi rû ne.
‘Astengdar li qadên giştî tune têne hesibandin’
Ahmet Gezen anî ziman ku tevî qanûna sala 2005an jî, li bajaran qadên jiyanê yên guncav û pergala veguhastinê nehatine avakirin. Ahmet Gezen bal kişand ser xizaniya kûr a astengdaran û wiha got: “Li bajarê me zêdetirî 200 hezar astengdar hene, lê em li kolan, dibistan û parkan kêm rastî wan tên. Astengdar ji ber zîhniyeta saxlemperest a li qadên giştî, têne windakirin, tune tenê hesibandin û tenê têne hiştin.”
‘Zimanê cudakar mafê jiyanê binpê dike’
Ahmet Gezen destnîşan kir ku bajarên ne guncav, pêşdarazên di zîhnan de û zimanê cudakar her roj mafê jiyanê yê astengdaran binpê dikin. Ahmet Gezen destnîşan kir ku ev têkoşîn ne tenê ya astengdaran e, ya her kesê ku jiyaneke azad û wekhev dixwaze ye û wiha pê de çû: “Ji bo beşdarbûna vê meşê ne şert e ku hûn astengdar bin; bes e ku hûn bawer bikin ku her zindî xwedî mafê jiyaneke bi rûmet e.”
Meş di 3yê Gulanê de ye
Ahmet Gezen bang li hemû rêxistinên civakî, partiyên siyasî, sendîka û odeyên pîşeyî kir ku piştgiriyê bidin vê çalakiya dîrokî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Meşa Rûmetê ya Astengdaran dê di 3yê Gulana Yekşemê de, saet di 12.00an de li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest pê bike û heta Parka Sumerê berdewam bike. Em ê her sal di yekşema yekem a meha Gulanê de vê meşê pêk bînin û werin em ji bo jiyaneke wekhev bi hev re bimeşin.”


