Koma 193yan ji bo azadiya fizîkî nobet dewir girt
Çalakiya nobetê ya li Wargeha Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, bi koma 193yan di roja 995an de didome.

Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku di 20ê Tirmeha 2023an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, bi koma 193yan di roja 995an de didome. Merasîma dewrgirtina çalakiya nobetê li Navenda Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê, bi tevlîbûna gelek endamên saziyan û welatiyên wargehê pêk hat.
Piştî deqeyek rêzgirtin Stêra Zêrîn daxuyanî da. Endama Stêra Zêrîn Zerya Benek daxuyanî xwend û got: “Desthilatdariya hegomonîk naxwaze şer bidawî bibe û yekane rêya çareseriya pirsgirêkên herêmê fikir û felsefeya Rêber Apo ye. Rêber Apo, ji bo me xeta sore. Çalakiya nobetê ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo bi awayekî xurt berdewam dike. Em jî weke hunermendên wargeha Mexmûrê, dixwazin erkên xwe yên demê bi tevlîbûna vê çalakiyê pêk bînin. Heya em Rêberê xwe, bi rengekî azad li gel xwe ne bînin wê têkoşîn û berxwedana me ne sekine û emê bi deng, bi reng, bi şano û hunera xwe xwedî li Rêberê xwe derbikevin.”
Piştî daxuyaniyê koma 193yan a ku ji endamên Ewlekariya Hindirîn pêk dihat, ji koma Çand û Hunerê dewr girt. Merasîm bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.


