Îsraîlê 3 hezar û 468 lûbnanî kuştin

Êrişên hewayî yên artêşa Îsraîlê yên li ser başûrê Lubnanê didomin. Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê û medyaya wê, ji roja sêşemê ve zarok jî di nav de gelek kesan jiyana xwe ji dest dane.

1 deqe xwendin
Îsraîlê 3 hezar û 468 lûbnanî kuştin

Roja sêşemê di êrişên dijwar ên Îsraîlê yên li ser başûrê Lubnanê de, herî kêm 10 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes birîndar bûn. Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di êrişan de zarokek jî di nav de 5 kes mirin û 48 kes birîndar bûn. Wezaretê diyar kir ku di nava birîndaran de bijîjkek û 5 xebatkarên tenduristiyê yên ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Tebnin wezîfe dimeşînin hene û ragihand ku ji ber êrişên Îsraîlê nexweşxaneyê zirar dît.

Herî kêm 10 kes mirin

Li gorî medyaya Lubnanê, ji danê sibê yê çarşemê ve li başûr li ser hev êrîşên Îsraîlê çêdibin û ji ber van êrişan her ji niha ve herî kêm 10 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li Arabsalim a li herêma Nebatiye, wezîfedarekî tenduristiyê jiyana xwe ji dest da. Ji ber êrişên li herêma Houch, 4 karkerên çandiniyê yên Sûriyeyî û 2 fîlîstîniyan jiyana xwe ji dest dan. Di êrişa li ser rêya Siddikin-Kana de jî cenazeyên 2 sûriyeyiyan hat dîtin.

Balafirên bêmirov û balafirên şer ên Îsraîlê di tevahiya rojê de li Sur, Nebatiye û derdora wê gelek cihên niştecihiyê hedef girtin. Li Bazuriye, Kana, Arzun, Deyr Zahrani û Tebninê êriş pêk hatin.

Navendeke tenduristiyê ya Komîteya Tenduristiyê ya Îslamî ya Hîzbûllahê, li Srifayê hat bombebarankirin. Li Nebatiye jî derdora ciheke leşkerî ya artêşa Lubnanê jî bû hedefa êrişan. Hat diyarkirin ku artêşa Îsraîlê li Debbin, Blat û Hiyam bi teqemeniyan operasyonên hilweşandinê pêk anî.

Li gorî agahiyên li ser çapemeniya Lubnanê, di tevahiya rojê de balafirên şer ên Îsraîlê êrişî 35 bajarok û gundan kir. Herwiha bi balafirên bêmirov êrişî 12 noqteyan hat kirin, bi topan êrişî 18 cihên niştecihiyê hat kirin.

Li hemberî vê yekê Hîzbûllahê ragihand ku 13 êriş li ser çeperên leşkerî yên Îsraîlê yên li başûrê Lubnanê pêk anîne. Lê belê, rêxistinê berevajî roja berê, ti êrişeke li ser bakurê Îsraîlê negirt ser xwe.

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku ji ber êrişên bênavber ên Îsraîlê yên li ser Lubnanê, bi giştî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihişte 3 hezar û 468an, 10 hezar û 577 kes jî birîndar bûn.