Di şexsê Zehra Tabarî de rastiya cezayê îdamê ya li Îranê

Doza Zehra Tabarî ne bûyereke ji rêzê ye. Komên mafên mirovan destnîşan dikin ku kesên ji ber tevgerên muxalif tên tawanbarkirin, her ku diçe rastî cezayên giran tên û her diçe hejmara wan zêde dibin.

1 deqe xwendin
Di şexsê Zehra Tabarî de rastiya cezayê îdamê ya li Îranê

 

Di vê pêvajoya ku fikarên navneteweyî yên li ser mafên mirovan ên li Îranê zêde dibin de, geşedanên dawî dîsa bala xwe kişandiye ser kiryarên li dijî girtiyên jin ên siyasî. Nemaze yên ku bi piştgirî an girêdana bi Rêxistina Mucahîdên Gel a Îranê (MEK) têne tawanbarkirin balê dikişîne. Nûçeyên hefteyên dawî, destnîşan dikin ku darvekirina cezayên îdamê, tacîza dadwerî û zexta li ser endamên malbatê fikarên wan zêde dikin û hemî beşek ji kampanyayek berfirehtir a li dijî muxalefeta siyasî ne.

Yek ji dozên herî bi fikar ew e ku girtiya siyasî ya 68 salî Zehra Tabari ye, ku cezayê wê yê darvekirinê ji aliyê dadweriya Îranê ve dîsa hatiye erêkirin. Zehra Tabari, endezyareke elektrîkê ye û xwediyê bawernameya masterê di enerjiya domdar de. Li Zanîngeha Boras a Swêdê hîndekar e. Di Nîsana 2025an de di serdegirtina li ser mala xwe ya li bajarê Reştê yê bakurê welêt hate girtin. Ew berê di sala 2022an de hatibû girtin û 18 mehan di girtîgehê de mabû.

Di Mijdara 2025an de, Daîreya Yekem a Dadgeha Şoreşê ya Reştê cezayê darvekirinê da wê. Ev ceza spart biryara ku tê gotin li ser îdiayên endametiya MEKê ye. Li gorî agahiyên ku ji hêla parêzvanên mafên mirovan ve hatine weşandin, ev biryar piştî danişînek kurt a bi rêya vîdyokonferansê û bêyî gihîştina parêzerê wê yê bijartî hatiye dayîn.

Piştî rexneyên navneteweyî û bangên rêxistinên mafên mirovan, Dadgeha Bilind a Îranê doz ji bo ji nû ve bê darizandin paşve şand. Lê, darizandina ji nûve encam neguherand. Di Nîsana 2026an de, şaxeke din a Dadgeha Şoreşê cezayê darvekirinê pejirand û biryar di rojên dawî de bi awayekî fermî ji Zehra Tabari re hat ragihandin.

Çavdêrên mafên mirovan, diparêzin ku ev dozên darizandinên adîl, serdestiya darazê ku di aliyê siyasî de hesas in, di sepandina dozên darvekirinê de fikarên wan pir zêde dikin. Li ruxmê rexneyên zêde, di darizantina ji nûve de, dîsa bi heman cezayî hat encamkirin. Ev destnîşan dike ku pêvajoya darizandinê ne pir bi edalet e û fikaran zêdetir dike. 

Doza Zehra Tabarî ne bûyereke ji rêzê ye. Komên mafên mirovan destnîşan dikin ku kesên ji ber tevgerên muxalif tên tawanbarkirin, her ku diçe rastî cezayên giran tên û her diçe hejmara wan zêde dibin. Rêxistina Efûya Navneteweyî, Zehra Tabarî jî di navde, ji bo gelek girtiyên siyasî bang kir ku înfaza cezayê wan bide rawestandin. Rêxistinê destnîşan kir ku ev kesana ne li gorî pîvan û standartên edaleta navneteweyî têne darizandin û cezakirin. 

Rêxistinê da zanîn ku Rejîma Îranê, ji bo hêza muxalif bitepisîne, cezayê îdamê wekî amûr bikar tîne û girtiyên siyasî bi îdamê  tawanbar dike. Berê jî Pisporên Mafên Mirovan ên Neteweyên Yekbûyî û û parazvanên mafên mirovan ên navneteweyî fikarên xwe yên li dijî vê helwesta îranê ya cezayên darvekirinê anîn ziman. 

Li gorî raporan zextê rejîma Îranê tenê di nava dîwarê zindanan de bi sînor namînin, sînorê dîwarên zindanê derbas dikin û li ser malbatên girtiyan û kesên muxalif jî têne teyisandin û wan jî dikin hedef. Aktîvîstên girtî, diyar dikin ku ji aliyê hêzên ewlehiyê ve rastî lêpirsînê tên û gefên giran li wan têne xwarin. 

Di nava bûyerên heyî de niha malbata girtiyê siyasî Marzîeh Farsî yê li Girtîgeha Evînê ya Tahranê girtiyê jî heye. Li gorî parazvanên mafên mirovan, endamên malbatên girtiyan beriya demek nêzîk rastî lêpirsinê hatin. Malbat hişyar kirine ku bi malbatên girtiyên din re nekevin nava diyalogê. Der barê girtiyên ku bi îdîaya MEKê destek dikin de jî heman îdîa heye. 

Parazvanên mafên mirovan, diyar dikin ku bi van kiryaran dixwazin girtiyan îzole bikin. Diyar dikin ku kesên li ser navê wan parastinê dikin di nava raya giştî de asteng bikin. Vê sepanê wekî cezakirina komî pênase dikin. Xwediyê mal û milk jî bi desteserkirina mal û milkê wan tehdît dikin.

Girtiyên siyasî yên di pergala girtîgehên Îranê de dimînin, mafê wan ê tenduristî û tibbî têne sînorkirin. Demên dirêj rastî zextên derûnî tên. Nikarin bi hêsanî bi xizmên xwe re diyalogê pêş bixin. Ev gef û sucdarkirin; li ser girtiyên jin ên bi muxalefeta siyasî tên dawanbarkirin û malbatên wan bêtir zêde ne. Girtiyên jin jî di navde cezayê darvekirinê li dijî girtiyên siyasî yên bi têkiliya MEKê tên dawanbarkirin her ku diçe zêdetir dibe. Ev dibe sedem ku hêzên navneteweyî ji nûve bang bikin. Rêxistinên Mafên Mirovan, bang li hikûmet, mekanîzmayên Neteweyên Yekbûyî (NY), sazî û rêxistinên navneteweyî dikin ku pêvajoya darazê ji nêzîk ve bişopînin û mudaxale bikin. 

Doza Zahra Tabarî û kiryarên li dijî wê, bûye remza rewşa girtiyên siyasî yên li Îranê, ev fikaran bêtir zêde dike. Çi bi çavê darizandina bi edalet, çi çavê cezayê darvekirinê û çi bi 

Perspektifa tevgera li dijî cezayê darvekirinê, bi kijan çavî tê nerîn bila bê nerîn, rewşa Zehra Tabarî nîşan dide ku divê cemaweriya Navneteweyî bilez eleqeyê nîşanî vê meseleyê bide. 

Nexwe rîsta bêtir mirov bên darvekirin her ku diçe zêde dibe. Divê berteka civaka navneteweyî ne tenê ji bo qedera girtiyekî-ê ji bo serdestiya hiquqê û tevahiya mafên mirovan a li Îranê divê têkoşînek berfirehtir bê meşandin û ev pir girîng e. 

Aktîvîstê Mafê Mirovan Shahrokh Tavakolî