Rejîma Îranê li 17 kesan cezayê darvekirinê birî

Rêxitina Mafên Mirovan a Hîwa diyar kir ku dadgeha rejîma Îranê li 17 kesan cezayê darvekirinê biriye.

1 deqe xwendin
Rejîma Îranê li 17 kesan cezayê darvekirinê birî

Rêxistina Mafên Mirovan a Hîwa eşkere kir ku di çend hefteyên borî de dadgehên Îranê cezayê darvekirinê li 17 kesan biriye û şandine girtîgehan.

Li gor daxuyaniya rêxistinê; navên hin ji kesên ku cezayê darvekirinê li wan hatine birîn wiha ne; Îsmaîl Remezanpur, Arman Merîfetî, Reuf Şêxmerufî, Mihemed Ferecî, Benyamîn Neqdî, Zehra Şehbaz Teberî, Eşkan Malikî, Mihrdad Mihemedîna, Yasîn Şehbexş, Hesen Mislawî Terefî, Yaqub Derxişan, Hesen Emîrî, Husên Emîrî, Elî Kemalî, Hadî Nikbext û Fezlula Nîkbext. Ji vana Eşkan Malikî û Mihrdad Mihemedîna hatine darvekirin.

Hêjayî gotinê ye piraniya van kesan bêyî ku parêzerên serbixwe di dema dadgehkirina wan de amade bibin, ji aliyê dadgehên Îranê ve bi awayek bilez û bez hatine darizandin û cezayên giran li wan hatine birîn.

Di 6ê Hezîranê de Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, têkildarî revandina jinek û birayê wê yên li bajarê Kamyaran ya Rojhilatê Kurdistanê, agahiyên nû parve kiribûn. Li gorî çavkaniyê danê siharê, îstîxbarata rejîma Îranê (Îtîlaat) di yek wext de bi ser xaniyên Kejal Rehmanî û Daniyal Rehmanî yên li bajarê Kamyaranê de girtin.

Rejîma Îranê di 6 mehên dawî de herî kêm 720 kes darve kirin. Di van mehan de zêdetirî 50 hezar însan li kolanan kuştin.