Îsraîl û Hizbûllah êrişên hev dikin

Hizbûllah li ser kuştina Ayetûllah Alî Xamaney êrişê Îsraîlê kiriye, Îsraîl jî ragihand ku wan li dijî Hizbûllahê dest bi êrişan li ser Lubnanê kiriye.

1 deqe xwendin
Îsraîl û Hizbûllah êrişên hev dikin

Hizbûllah Lubnanê ku ji aliyê Îranê ve tê fînansekirin li ser mirina Ayetûllah Alî Xamaney ragihand ku ew ê tola wî ji DYA û Îsraîlê bigire. Hizbûllah piştî vê daxuyaniya xwe êrişê Îsraîlê kir. 

Li ser êrişa Hizbûllahê Hêzên Parastinê yên Îsraîlê (IDF) gotin ku wan tespît kiriye ku fuze ji Lubnanê ber bi Îsraîlê ve hatiye avêtin. Hizbûllahê berpirsyariya êrişê girt ser xwe û ragihand ku êriş weke bersivek li hemberî kuştina lîderê olî yê Îranê Ayetûllah Alî Xamaney hatiye kirin.

Li ser vê daxuyaniyê Artêşa Îsraîlê diyar kir ku li seranserê Lubnanê êrişên li hemberî Hîzbûllahê destpê kirine.