Îranê li keştiya şer a DYAyê xist

DYA û Îsraîlê di 28ê Sibatê de li dijî Îranê dest bi êrîşên hewayî kir. Di êrîşên hewayî de Serokê Îranê Alî Hamaney û gelek rayedarên payebilind hatin kuştin Îranê jî li keştiya şer a DYAyê xist.

1 deqe xwendin
Îranê li keştiya şer a DYAyê xist

Şerê di navbera Îsraîl-DYA û Îranê de di roja duyemîn de didome. Artêşa Pasdaran, bi zêdebûna rageşiyê re daxuyanî û dîmenên ku îdia dikin keştiya balafiran a DYAyê USS Abraham Lincoln armanc girtine, parve kirin. Ev keştî di Sibatê de li Rojhilata Navîn hatibû bicihkirin û wekî sembola hebûna leşkerî ya li herêmê tê dîtin. Lê, aliyê Îsraîl an jî DYAyê ev îdia bi fermî piştrast nekir; berovajî vê yekê, hêzên DYAyê ragihandin ku wan firokeyeke bêmirov (AHB) ya çêkirî ya Îranê ku nêzî keştiyê dibû, xistine xwarê.

Dibistan kirin armanc: 148 kes hatin kuştin 

Hat ragihandin ku di êrîşa li ser dibistana seretayî ya keçan a li bajarê Mînabê ya parêzgeha Hormuzgan a başûrê Îranê de, 148 kes hatin kuştin û 95 kes jî birîndar bûne. Hat diyarkirin ku piraniya birîndaran xwendekar in.