Îran: Pêşniyarek neyê agirbest dê bi dawî bibe

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebbas Erakçî destnîşan kir ku heta hebûnên wan ên cemidandî yên bi nirxê 11 trîlyon dolarî serbest neyên berdan, wê Tengava Hurmuzê girtî bimîne. Erakçî hişyarî da ku heke di nava 48 saetan de pêşniyarek neyê kirin, dibe ku agirbest bi dawî bibe.

1 deqe xwendin
Îran: Pêşniyarek neyê agirbest dê bi dawî bibe

Rageşiya li ser Tengava Hurmuzê û pêvajoya agirbestê ya ku demeke kurt e ketibû meriyetê, ber bi qonaxeke nû û krîtîk ve diçe. Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebbas Erakçî, der barê daxwazên welatê xwe û sînorê dema agirbestê de daxuyaniyeke tund da û bang li aliyên peywendîdar kir.

Îran serweta xwe dixwaze

Erakçî di daxuyaniya xwe de bal kişand ser serweta Îranê ya ku ji aliyê dewletên rojavayî ve hatiye desteserkirin û cemidandin. Wezîrê Îranî destnîşan kir ku ew ê li ser qadên deryayî gavê paşde navêjin û got: “Heta ku hebûnên Îranê yên cemidandî yên bi nirxê 11 trîlyon dolarî serbest neyên berdan, wê Tengava Hurmuzê girtî bimîne.”

‘Agirbest li ber bidawîbûnê ye’

Di berdewamiya daxuyaniyê de, Erakçî ji bo berdewamiya agirbestê dem diyar kir û hişyariyeke dawî da. Erakçî anî ziman ku pêvajoya bêçalakîtiyê li ber qutbûnê ye û wiha axivî: “Heke di nava 48 saetên pêş de ji aliyê wan ve pêşniyareke nû neyê pêşkêşkirin, dibe ku agirbest bi dawî bibe.”