Îran: Amîral Alî Riza Tengsiri jiyana xwe ji dest da

Îranê piştrast kir ku Fermandarê Hêzên Deryayî yê Muxafizên Şoreşê Amîral Alî Riza Tengsiri jiyana xwe ji dest daye. Îsraîlê jî diyar kir ku di nava du rojên dawî de li Tehranê li nêzî 40 navendên hilberîna çekan û lêkolînê xistiye.

1 deqe xwendin
Îran: Amîral Alî Riza Tengsiri jiyana xwe ji dest da

Îranê bi rengekî fermî piştrast kir ku Fermandarê Hêzên Deryayî yê Muxafizên Şoreşê Amîral Alî Riza Tengsiri jiyana xwe ji dest daye. Mirina Tengsiri destpêkê roja pêncşemê ji aliyê Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz ve hatibû ragihandin.

Alî Riza Tengsiri demeke dirêj serkêşê hêza deryayî ya Muxafizên Şoreşê ya Îranê bû. Di rageşiya leşkerî ya li Kendava Basra û Tengava Hurmuzê de timî diket rojevê û weke yek ji aktorên sereke yên stratejiya deryayî ya Îranê dihate naskirin.

Artêşa Îsraîlê roja duşemê daxuyaniyek da û ragihand ku di nava du rojên dawî de li Tehranê li nêzî 40 navendên lêkolîn û hilberîna çekan xistine.

Di daxuyaniyê de hat gotin, ev hedef parçeyek ji operasyonên lawazkirina kapasîteya leşkerî ya Îranê bûn.