Husamettîn Cîndorûk jiyana xwe ji dest da

Serokê berê yê Meclîsa Tirkiyeyê Husamettîn Cîndorûk, li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.

1 deqe xwendin
Husamettîn Cîndorûk jiyana xwe ji dest da

Serokê berê yê yê Meclîsa Tirkiyeyê Husamettîn Cîndorûk, piştî ku di 25ê kanûna 2025an de nexweş ketibû û rakiribûn nexweşxaneyê, îro koça dawî kir.

Cîndorûk di nav damezrînerên Partiya Riya Rast (DYP) de cih digirt û demeke dirêj serokatiya giştî ya DYP jî kiribû. Cîndorûk piştî hilbijartinên sala 1991ê ketibû parlamentoyê û di navbera salên 1991-1995an de Serokatiya Meclîsa Tirkiyeyê kiribû.