HTŞê li Helebê welatiyekî kurd revandin
Hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê li bajarokê Exterînê yê Helebê welatiyekî kurd revand.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye daxuyand ku hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê berêvara welatiyê Kurd Heyder Hesen Heyder Ebas (40) ê ji gundê Teanê yê gundewarê Babê revand.
Rêxistinê destnîşan kir ku ji ber tevlêbûna Heyder Ebas a şahiya Newrozê hat revandin, nasname û çeka wî hat desteserkirin û hêzan ew bir navenda xwe ya li Exterînê. Li gorî rêxistinê, malbata Heyder Ebas bang li aliyên eleqedar kir ku wî berdin.


