HRANA: Di rojekê de 24 sivîl hatin kuştin
HRANAyê ragihand ku di şerê DYA-Îsraîl û Îranê de di rojekê de 24 sivîl hatin kuştin û 88 kes jî birîndar bûn.

Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan (HRANA) têkildarî bîlançoya 24 saetên dawî ya şerê navbera Îsraîl-DYA û Îranê daxuyaniyek da. HRANAyê ragihand ku di 24 saetan de li 21 parêzgehên rojhilatê Kurdistan û Îranê, herî kêm 701 êriş hatine kirin û 24 sivîl hatine kuştin. HRANAyê da zanîn ku di van êrîşan de 88 sivîl jî birîndar bûne.
Di şerê Îranê yê mehekê de hezar û 551 sivîl hatin kuştin û 236 jê zarok in.


