Hêzên Şamê li Şêxmeqsûdê jinek û 4 ciwan girtin
Hêzên hikumeta demkî ya Şamê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji ber hildana sembolên Kurdî jinek û 4 ciwanên kurd girtin.

Hêzên girêdayî hikûmeta Şamê li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê jinek û 4 ciwanên Kurd girtin. Der barê hûrgiliyên bûyerê de, bi pîrozbahiyên cejna Newrozê re ciwanên kurd ala kurdî li herêma Cebanat a taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê bilind kiribûn, îro jî hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê ew al daxistin. Piştre ciwanekî careke din al hilda. Ji ber hildana alê ji hêla ciwan ve hêzan da pey ciwan, û ew ciwan revî, lê hêzên hikumeta demkî dayika wî girtin. Şêniyan li hember bûyerê nerazîbûnên xwe nîşan da.
Li gorî agahiyan, ji ber wê bûyerê hêzên hikumetê li taxê 4 ciwan girtin.


