Hêzên Îsraîl û Rûsyayê di 'lîsteya reş a destdirêjiyê' NYyê de ye

Neteweyên Yekbûyî (NY) ji ber bûyerên destavêtin û destdirêjiyê yên li herêma şer, hêzên ewlekariyê yên Îsraîl û Rûsyayê xist lîsteya reş a salane.

1 deqe xwendin
Hêzên Îsraîl û Rûsyayê di 'lîsteya reş a destdirêjiyê' NYyê de ye

Di raporê de ku ji aliyê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres ve hat amadekirin, hat ragihandin ku têkildarî hêzên herdu welatan îdîayên li ser destdirêjiyê "yên bi rêk û pêk û cihê baaweriyê" hene.

Li gorî raporê, li navendên binçavkirinê yên Îsraîlê û li xaka Fîlîstînê ya dagirkirî li hemberî girtiyên Fîlîstînî bûyerên destavêtinê hatin qeydkirin.

Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku li Xeze û Şerîa Rojava heta bi sala 2023yan gelek bûyerên bi vî rengî hatin piştrastkirin. Di nava bûyeran de êşkenceya bi destavêtinê, destdirêjî, lêgerîna bi tazîkirî û biçûkxistinê hene.

Di beşa têkildarî Rûsyayê de jî işaret bi îdîayên destavêtina li dîlgirtiyên şer hate kirin ku ji aliyê Rûsyayê ve li herêmên dagirkirî yên li Ûkraynayê hatin girtin. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî di navbera salên 2022-2025an de bi sedan bûyerên destavêtinê hatin belgekirin ku piraniya wan li hemberî mêran hate kirin.

Îsraîlê biryara Neteweyên Yekbûyî weke "cihê şermê û absurt" pênase kir û diyar kir ku wan têkiliya xwe ya bi Sekreteriya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî re sekinandine. Rûsyayê jî têkildarî raporê hîn daxuyaniyeke fermî nedaye.

Di raporê de her wiha hate ragihandin ku bûyerên destavêtinê ya li qadên şer gelekî zêde bûne û piraniya mexdûran jî jin û zarokên keç in. Di raporê de hate gotin, binpêkirinên bi vî rengî hîn giran û bi rêk û pêk dibin.