Heyva Sor alîkarî da 11 hezar kesan
Tîmên Heyva Sor a Kurd alîkarî da 11 hezar kesan.

Heyva Sor a Kurd di 2 hefteyên borî de li bajarê Dirbêsiyê û gundewarên wê, bajarokê Zirganê, Til Temir û bajarê Hesekê alîkarî da 11 hezar û 138 kesan.
Heyva Sor a Kurd li ser rûpela xwe ya Facebookê agahî dan û diyar kir ku tîmên Heyva Sor a Kurd di 2 hefteyên borî de li bajarê Dirbêsiyê û gundewarên wê, bajarokê Zirganê, Til Temir û bajarê Hesekê alîkarî li 11 hezar û 138 kesan belav kirine.
Ev alîkarî li kesên hewcedar û nexweşên penceşêrê û gurçikan hatine belavkirin.


