Heyva Sor a Îranê: Di êrîşan de 201 kes hatin kuştin
Berdevkê Heyva Sor a Îranê Mucteba Xalidî diyar kir ku di êrîşên DYA û Îsraîlê de 201 kes hatin kuştin û 747 kes jî birîndar bûn.

Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê nûçeyek parve kir. Li gorî nûçeyê Berdevkê Heyva Sor a Îranê Mucteba Xalidî der barê hejmara mirî û birîndarên di êrîşê de agahî dan. Mucteba Xalidî anî ziman ku di êrîşên ku li ser 24 eyaletên welêt hatine kirin de kuştin zêde ye û got: “Heta niha 201 kes hatin kuştin û 747 kes jî birîndar bûne. Zêdetirî 220 tîmên operasyonê yên Heyva Sor li cihên bûyerê ne û di rewşa amadebaşiyê (alarmê) de ne.”


