Hejmara nû ya Kovara Komînalê derket

Kovara Komînal ku meha derbasbûyî li Ewropayê dest bi weşanê kir, hejmara xwe ya duyemîn bi manşeta “Modernîteya demokratîk serdema şoreşa jinê ye” weşand.

1 deqe xwendin
Hejmara nû ya Kovara Komînalê derket

Kovarê weke ku berê ragihandibû, di sê hejmarên xwe yên destpêkê de Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk beş bi beş digihîne xwendevanên xwe.

Beşên nû yên manîfestoyê cih girtin

Komînal hejmara xwe ya duyemîn bi giranî ji beşên 4. û 5. ên Manîfestoyê re veqetand. Di vê çarçoveyê de sernavên “Modernîte” û “Rewşa bi pirsgirêk a li Rojhilata Navîn û Çareseriya Modernîteya Demokratîk” ku ji beşên 4 û 5emîn ên manîfestoyê pêk tên, cih girtin. Di manîfestoyê de sernavên modernîteya kapîtalîst, netewe-dewlet, konfederalîzma demokratîk, modernîteya demokratîk, neteweya demokratîk, civaka exlaqî û polîtîk, xweparastin, zayendîperestî, eko-endustrî û dîroka olan bi berfirehî dinirxîne.

Rojname bi giştî ji 20 rûpelan pêk tê. 15 rûpelên wê ji Manîfestoyê re hatin veqetandin. Her wiha di kovarê de bûyerên siyasî û nirxandin jî cih digirin. Di vê çarçoveyê de nivîsa Mûstafa Karasû ya bi sernava “Helwesta di Newrozê de hate nîşandan aqlê hevpar ê Kurdan e” hate weşandin.

Li ser bergê dawî yê Kovara Komînal jî helbesta bi navê “Newroz Nakem” a Ebdulla Peşêw hate weşandin. Helbest bi zaravayên Soranî û Kurmancî yên Kurdî hate weşandin.