HDK: Înkarkirin berdewamiya qirkirinê ye
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), di 111emîn salvegera tevkujiya Ermeniyan de daxuyaniyek weşand û destnîşan kir ku înkar, rûyê duyemîn ê qirkirinê ye. HDKê daxwaz kir ku dewlet qirkirinê nas bike û bi heqîqetê re rû bi rû were.

Desteya Rêveberiya Navendî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), di 111emîn salvegera tevkujiya Ermeniyan de daxuyaniyeke nivîskî belav kir. HDKê di daxuyaniyê de diyar kir ku ev sûcê mirovahiyê yê ku di sala 1915an de ji aliyê Îtîhat û Terakiyê ve hatibû destpêkirin, projeyeke dewletê ya Tirkkirin û sunnîkirina Anatoliyayê bû û Ermenî, Suryanî û Rûm kirin hedef. Hat destnîşankirin ku qirkirin ne tenê tunekirina fîzîkî ye, talankirina çand, ziman û milkên gelan e jî.
Banga rûbirûbûnê
Di berdewamiyê de hate destnîşankirin ku Komara Tirkiyeyê jî ev kevneşopiya înkar û asîmîlasyonê dewam kiriye. Komkujiyên li dijî Kurdan, Rûman, Elewiyan û qetilkirina Hrant Dînk wekî encama vê kevneşopiya dewletê hatin nîşandan. HDKê bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û diyar kir ku aştiyeke mayînde tenê bi rûbirûbûneke rasteqîn a bi dîrokê re pêkan e.
HDKê bi bîranîna qurbaniyan daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir û ev daxwaz rêz kirin: “Em daxwaz dikin ku dewlet qirkirinê nas bike, înkara qirkirinê wekî sûcê nefretê bikeve çarçoveya hiqûqî, mafê hemwelatîbûn û vegerê yê gelên mexdur bê naskirin, milkên wan werin vegerandin an tazmînkirin û îdeolojî û dîtbariya faîlên qirkirinê ji qadên giştî bê paqijkirin.”


