Hat xwestin ku girtiyê nexweş Recep Bekîk tavilê were berdan
Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî di çalakiya vê hefteyê de xwest girtiyê nexweş Recep Bekîk ê ku zêdetirî 30 salî ye girtî ye were berdan.

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 608emîn a çalakiya xwe de derbarê rewşa girtiyê nexweş Recep Bekîk de li Kolana Sakaryayê ya navçeya Çankayayê ya Enqereyê daxuyanî da. Endamên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin, girtiyên nexweş demildest berdan” hate rakirin. Girseyê diruşmeyên “Bila girtiyên nexweş bên berdan” û “Tecrîd îşkence ye, divê tecrîd bi dawî bibe” berz kirin. Daxuyanî ji aliyê rêvebera Şaxa ÎHDê ya Enqereyê Sevîl Turgut ve hate xwendin.
‘Bi hincetan berdana wî tê lipaşxistin’
Sevîl Turgut diyar kir ku rewşa girtiyê nexweş Recep Bekîk a giran bûye ji ber veê ew vê yekê ji raya giştî re parve dikin û wiha got: “Recep Bekîk li Girtîgeha Tîpa Syê ya Kavaka Samsunê tê ragirtin. 33 sal in girtî ye. Di 30yê gulana 2025an de diviyabû bihata berdan lê bi biryara Desteya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgehê cezayê wî taloqî 26ê gulana 2026an hatibû kirin.” Sevîl Turgut anî ziman ku bi hinceta axaftina telefonê ya Recep Bekîk ji malbata xwe re bi henekî axivî ye ji ber ve yekê derbarê wî de lêpirsîn hatiye despêkirin û wiha axivî:” Dixwazin ji ber ve hincetê berdana wî li paş bixin. Rewşa girtiyê nexweş Recep Bekîk her ku diçe ber bi xeteriyê ve diçe. Jê re hatiye gotin ku di pankreasa wî de girikek bi mezinehiya 2,5 santîmê heye. Lê ser vê re salek darbas bûye hê jî encamên wî û tedawiya bi bandor lê nehatiye kirin. Nexweşiya wî di çi asteyê de ye, ev girik cureyê xerab e yan na, nayê zanîn. Ev rewş mafê jiyanê wî dixe bin gefan.”
‘Rewşa jiyana wî di xeteriyê de ye’
Sevîl Turgut destnîşan kir ku nexweşiyên wî ev ne bi tenê ne û wiha got: “Ji ber nexweşiyan heta niha zêde derman xwariye û nexweşiya kolestrolê, dil û damar lê peyda bûye û divê rewşa tenduristiya wî bi awayek rêkûpêk were şopandin. Dema wî dibin nexweşxanê bi darê zorê dixwazin lêgerîna nav devê wî bikin, dema qebûl nake jî sewqa wî ya nexweşxaneyê tê astengkirin. Fikara ku nexweşiya penceşêrê lê peyda bûye heye lê dîsa jî tedawiya wê tê astengkirin. Ev yek rewşa jiyana wî dixe bin xeteriyê. Em bang li saziyên pêwendîdar dikin; mafê tendirustiyê yên girtiyên nexweş pêk bînin. Rayedar berpirsariyên xwe pêk nayînin, çavê xwe li rewşa girtiyên nexweş digirin û dihêlin ku rewş berdewam bike.”


