Gorka Elejabarrieta: Fikrên Ocalan mifteya çareseriyê ye
Senetorê EH Bildu yê Madrîdê Gorka Elejabarrieta, diyar kir ku meseleya Kurdan ne meseleya ewlehiyê ye û got: “Tevlibûna Abdullah Ocalan a pêvajoya aştiyê, ji bo aştiyê mifteya serkeftinê ye. Fikrên wî mifteya çareseriyê ye.”

Têkildarî meseleya kurd niqaş didomin. Piştî têkoşîna çekdarî ya ETA û pêvajoya aştiyê ya BASK’ê li ser rê û rêbazên çareseriya pirsgirêka Kurd jî niqaş didomin. Yek ji Senatorê EH Bildu yê Tevgera Serbixwe ya BASK’ê ya Madrîdê, di heman demê de Sekreterê Têkiliyên Siyasî Gorka Elejabarrieta, der barê meseleya kurd û pêvajoya aştiyê de axivî. Dîsa der barê rol û rista Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a tevlêbûna pêvajoyê ji Nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê Hîvda Çelebî re nirxandin kir.
‘Firsenda aştiyê ye’
Gorka Elejabarrieta diyar kir ku her şerek xwedî şertên xweserin û wiha got: “Çareseriya li cihekî mirov nikare li cihekî din wekî wê têxe meriyetê. Çareseriyeke standat ku li gorî her kesî guncav be nîne. Lê di her dema borînê de hin firsendên aştiyê hene. Bi qasî firsendan rîsk jî hene.”
Gorka Elejabarrieta da zanîn ku niha li Kurdistanê momenteke siyasî ya girîng heye û wiha got: “Eger ev firsend baş bê nirxandin, dê çareseriyeke dîrokî pêş bikeve. “Ez niha wisa hîs dikim ku li Kurdistanê momenteke ku ber bi aliyê başiyê ve biçe heye. Bi nasina gelê Kurd a wekî netew, dê firsendê bide çareseriya yek ji pirsgirêkên siyasî ya di cîhanê de herî dirêj. PKK’ê û Ocalan û yên din şerê çekdarî rawestandin. Ev biryara ku ji bo aştiyê wekî şansekê ye, ne tenê ji bo Tirkiyeyê di asta kurevî de firsenedeke pir dîrokî ye. Di vê pêvajoya ku li hemû cîhanê şer zêde dibe de, îthîmala aştî pêş bikeve pir kêm dibe.”
Gorka Elejabarrieta destnîşan kir ku êdî hebûna gelê Kurd nayê înkarkirin û wiha berdewam kir: “Êdî tu kes nikare hebûna gelê kurd înkar bike. Nikare bibêjin kurd ne gel e. Ji ber vê yekê divê çareseriya ku hebûna Kurdistanê nas bike bê dîtin. Ez bawer dikim ku ev yek dê kêrî her kesî bê.”
‘Şerê siyasî ye’
Gorka Elejabarrieta bal kişand ser şerê Baskê û wiha pêre çû: “Sedema ku şerê Baskê bi salan dewam kir ew bû ku gelê Bask wekî netew nedihat naskirin. Dîsa mafê qedera xwe tayîn bike nedihat dayîn. Em civakeke serwext in. Em çima der barê siberoja xwe de biryarê nedin? Di sedsala 21an de bi awayekî teorîk ku em li welatê Ewropa ya demokrasî lê heye dijîn, çima hebûna me neyê qebûlkirin. Xweserî û Rêveberiyên herêmî girîng in. Lê ev bi tena serê xwe têr nake. Divê xwedî meclisek û hikûmetek be. Divê heta astekê xwedî erk be. Lê eger vîna gel esas neyê girtin tu carî ev têrê nake.”
Gorka Elejabarrieta da zanîn ku meseleya kurd tenê wekî polîtîkiya ewlehiyê bê destgirtin nabe çareserî û xwest vê meselê tenê wekî meseleya ewlehiyê negirin dest. Elejabarrieta, anî ziman ku ev ne şerê ewlehiyê ye û wiha axivî. “Ev şerê siyasî ye. Bê guman meseleyên li ser ewlehiyê girîng in. Asayî ye ku dewlet li ser van meseleyan hûr bibe. Lê nesele ne tenê ewlehî ye.”
Piştgiriya civaka navneteweyî girîng e
Gorka Elejabarrieta, di çareseriya aştiya Baskê de bal kişand ser girîngiya hêzên aliyê sêyemîn û wiha lê zêde kir: “Di çareseriyê de rola civaka navneteweyî gelek girîng e. Bi taybetî di serdema ku şer pir zêde be de, qadên diyalogê yên bi ewle divê bêne avakirin. Ev pir girîn in. Di van serdema de, pêdivî heye ku alî bê tirs bên cem hev û diyalogê pêş bixin. Divê ji bo diyalogê qadên ewle bêne avakirin. Civakên navneteweyî hem navbênkarî kirin û hem jî baweriya ewlehiyê da. Li welatê Baskê hêza civaka navneteweyî nebûya ev pêvajoya aştiyê pêş nediket. Ji ber vê yekê di meseleya Kurdistanê de jî pêdivî bi hêza civaka navneteweyî heye.”
‘Fikrên Ocalan mifteya aştiyê ye’
Gorka Elejabarrieta bal kişand ser rol û rista Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a aştiyê jî û wiha got: “Hemû kes giranî û rola Ocalan a di nava tevgera Kurdan û rewşa wî ya di nava gel de dizane. Fikr û projeyên wî dikare bibe mifteya çareserî û aştiyê. Tevlêbûna wî ya aştiyê dikare bibe mifteya aştî û çareseriyê. Tenê gelê kurd dikare biryarê bide ku li ser navê wan kî li ser maseya muzakereyan rûnê. Ez bawer dikim ku fikra gelê kurd a ji bo sermuzakerevan Abdullah Ocalan e.”
Gorka Elejabarrieta, mînaka Efrîka Başûr jî da û ev agahî lê zêde kir: “Dema ku Nelson Mandela girtî bû, Efrîqaya Başûr dikaribû li gavên aştiyê bifikire? Na. Rewşa Ocalan jî dişibe vê yekê. Dema Ocalan girtî be, fikirîna aştiyê zahmet e. Eger şertên tevlêbûnê ne wek hev bin wê demê mirov li niyeta wan difikire.”
Gorka Elejabarrieta, bal kişand ser girîngiya zimanê dayikê û got: “Divê Kurdî bibe zimanê fermî. Bi milyonan kes bi Kurdî diaxivin. Her zimanek ji bo mirovahiyê pir bi qîmet e. Divê ziman bê nasîn û parastin. Pêdivî heye ku gelê kurd saziyên xwe û rêveberiyên herêmî bi rêve bibe. Ev sazî ji bo reformên civakî, aborî ziman, tenduristî û çandî gelek girînge.”


