Endamê Meclisa PJAKê Mazlûm Heften: Kurd êdî li qadê ne

Endamê Meclisa PJAKê Mazlûm Heften diyar kir ku di vê guhertineke 100 salî de navenda wê Kurdistan e û got: “Kurd êdî li qadê ne. Kî Kurdan bide aliyê xwe ew ê bi ser bikevin. Divê gelê me jî yekîtiya xwe xurt bike.”

1 deqe xwendin
Endamê Meclisa PJAKê Mazlûm Heften: Kurd êdî li qadê ne

Agirbesta di navbera Amerîka-Îsraîlê û Îranê de ku her kêlî dibe xera bibe, didome. Heta niha aliyên şer li hev nekirine. Li ruxmê agirbest îlan kirine jî, êrîşên li hemberî hev berdewam dikin. Daxuyaniyên Fermandariya Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) yên der barê Îranê de rageşî dîsa zêde bû. Li aliyê din jî Kurd û gelên din ji bo demokratîkbûna Îranê li rêyên nû yên çareseriyê digerin. 

Endamê Meclisa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Mazlûm Heften, der barê agirbestê û rageşiya heyî de ji Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Adnan Bîlen re axivî. 

Mazlum Heften anî ziman ku niha li Rojhilata Navîn Sêyemîn Şerê Cîhanê heye û wiha got: “Îro dewra guhertin û sazkirinê ye. Niha guhertin û dîsayna 100 salî tê kirin. Navenda vê guhertinê Rojhilata Navîn û Kurdistan e. Di şerê heyî de sê forum derdikevin holê. Yek jê xeta Îsraîl-Amerîka ye. Ev forum niha li pêş e. Ji xwe Îsraîl diyar kir ku dê dîzayneke nû pêk bîne. Foruma duyemîn jî parastina rewşa heyî ya Îranê ye. Ev jî Îngîtere serkêşiya wê dike. Dixwazin statuya heyî di kontrola wan de berdewam bike. Versiyona nû ya Sykes Picotê dixin meriyetê û nûjen dikin. Foruma sêyemîn jî xeta Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk e. Ev jî yekîtiya gelan a hevpar diparêze. Xeta Modernîteya Demokratîk e. Bingeh û potansiye vê xetê pir zêde ye. Li dijî vê xetê Netew Dewlet û sermayedar hene.” 

 Darvekirin ne xema dewletan e

Mazlum Heften anî ziman ku hewldanên guhertina li Îranê ne ku îro dest pê kiriye û wiha axivî: “ “Wekî Bihara ereban gelek caran ceribandin, lê pêk nehat. Dê guhertinek çêbibe. Lê kengî nediyar e. Ev şer kengî li ku biqede nediyar e. Di nava pergala vî şerî de gelek dewlet hene. Bi hinceta ‘Li Îranê demokrasî tune’ Îranê bombe dikin. Lê ev hincet in. Ji ber ku darvekirinên li Îranê ne di xema hêzên serdest de ye. Ji bo wan ne xem e.” 

 Li Kirmanşanê 3 hezar ciwan kuştin’
 

Mazlum Heften destnîşan kir ku şer bi her kesî dide windakirin û wiha berdewam kir: “Şer bi xwe re koçberî, kutin û zextan pêş dixe. Xizanî û êşê pêş dixe. Amerîka û Îsraîlê jî li vir bi ser neket. Gotin dê rejîm biguhere. Lê rejîm neguherî. Lê Îran jî bi ser neket. Rejîma Îranê herî zêde pirsgirêkan di nava xwe de dijî. Ji ber ku gelê xwe di komkujiyê re derbas kir. Şaxa binê xwe birî. Gelê xwe kuşt, darve kir û xizan hişt. Êdî gel piştgiriyê nade Îranê. Piştî Serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ heta niha bi deh hezaran mirov hatin kuştin. Di vê pêvajoya şer de bi hezaran mirov hatin kuştin. Tenê li Kirmanşanê nêzî 2-3 hezar ciwan hatin kuştin. Eger Îranê ev nekiribûya, belkî hêza wê ya li dijî derve zêdetir bûya.”

 Guhertina rejîmê şert e 

Heften bibîr xist ku Îran şaristaniyeke zêdeyî 2 hezar û 500 salî ye û wiha pêde çû: “Têkoşîna heqîqetê û berxwedanê ya Îranê pir xurt e. Dema em li dîrokê dinerin li ser vê axê berxwedanên gelek mezin pêş ketin. Divê mirov rastiya dîroka Îranê zanibe. Divê rejîm êdî bê guhertin. Ji ber ku gelê Îranê êdî vê pergalê qebûl nake. Gel bi salan li ber xwe dide û bedelên giran dan. Ev şoreşek gelek mezin e. Hemû kes guhertineke demokratîk dixwaze. Gel mudaxaleya derve jî naxwaze. Ji ber polîtîtikaya Amerîka ya li dijî Rojava li pêş çavan e. Gel êdî baweriya xwe bi hêzên derve nîne. Gel bi hêza xwe û xeta sêyemîn bawer e.” 

‘Kurd êdî ji bo serdestan şer nakin’

 Mazlum Heften anî ziman ku PJAK heta niha neket şer û wiha lê zêde kir: “Kurd 100 sal in şer dikin. kurdan heta niha her dim ji bo kesên din şer kir. Lê tu carî ji bo xwe şer nekir. Kurdan tu carî nasnameya xwe dernexist pêş. Lê Kurd êdî ji bo xwe şer dikin. Ji ber vê yekê nakevin şer. Ji ber Kurdan heta niha ji bo dewletên din şer kir, gelek dewlet bi ser ketin. Kurd çûn kîjan alî, ew alî bi ser ketin. Rêber Apo êdî formata şer ji bo Kurdan guhert. Diyar kir ku êdî Kurd xwedî vîn in. Kurd bi tena serê xwe hêzeke mezin in. Êdî bername, plan û manifesto kurdan heye. Kurd êdî xwedî hêzeke mezin in.” 

Mazlum Heften, bal kişand ser geşedanên li Rojava û wiha got: “Herî dawî rewşa li Sûriyê li pêş çavan e. Xwestin li Îranê jî heman tiştî pêk bînin. Kurd di nava şer de fêrî gelek tiştan bûn. Xwestin kurdan tune bikin. Xwestin dîsa kurdan bikin leşkerên xwe. Kurd êdî xwedî hêz in û dikarin bi vîna xwe biryarê bidin.” 

‘Kuştin ne şoreş e’ 

Mazlum Heften bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku li Tirkiye berdewam dike û wipa pêde çû: “Beriya vê pêvajoyê şerekî pir dijwar hebû. Kuştin û wêrankirin hebû. Lê bi kuştina mirovan şoreş pêk nehat. Lê êdî şer û kuştin tune. Rêber Apo niha qala aştî û azadiyê dike. Her kes dixwaze bi tundî û kuştinê şoreşê pêk bîne. Lê Rêber Apo êdî qala aştî û azadiya civakî dike. Reber Apo bi salan e aştiyê esas digire. Ev gavên dîrokî ne. Niha li cîhanê tofanek heye. Lê Rêberê ku îro qala vê tofana li cîhanê dike girtî ye û di bin tecrîdê de ye. Divê êdî li dijî vê tecrîdê gav bên avêtin. Tirkiye 100 sal in dest ji polîtîkayên xwe yên berê bernade. Divê êdî dest ji polîtîkayên berê berde. Rêber Apo PKK fesix kir. Agirbest îlan kir. Çek dan şewitandin. Ev şoreşeke gelek mezin e.” 

‘Kurd garantiya siberoja Tirkiyeyê ne’ 

Mazlum Heften herî dawî anî ziman ku ew wekî PJAK'ê dixwazin di serî de pirsgirêka kurd û hemû pirsgirêkên gelên li Rojhilata Navîn bi rêya diyalog û demokrasiyê çareser bibe û wiha bi dawî kir: “Heta niha me wekî PJAK'ê tu xerabiya Tirkiyeyê nexwestiye û me guleyek li dijî wan neteqandiye. Armanca me ewe ku hemû gelên li Îranê bi hevre û hevpar bijîn. Çavê me ne li axa tu kesan e. Em ji bo tu kesan ne gef in. Rêber Apo çareseriyê datîne holê. Kurd mîsogerên vê axê û herêmê ne. Kurd mîsogerên siberoja Tirkiyeyê ne. Em êdî hatine asta dawî ya fînalê. Divê êdî Tirkiye vê yekê bibîne. Em qet gefan li Tirkiyeyê naxwin. Em piştgiriyê didin pêvajoyê û em dixwazin bigêje encamê. Kurd 100 sal in li ber xwe didin û êdî kurd li qadê ne. Em xwe bi rêxistin bikin û yekîtiya xwe ava bikin teqez em ê bi ser bikevin.”