DYAyê dest bi sewqiyeteke nû ya leşkerî kir

The Washington Postê, ragihand ku DYA amadekariya şandina bêhtirî 4 hezar leşkerên din ji bo Rojhilata Navîn dike. Tevî agirbestê jî sewqiyeta leşkerî ya li herêmê didome.

1 deqe xwendin
DYAyê dest bi sewqiyeteke nû ya leşkerî kir

Hat ragihandin ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYA) plan dike ku di hefteyên pêş de bêhtirî 4 hezar leşker bişîne Rojhilata Navîn. Li gorî nûçeya The Washington Postê, di çarçoveya sewqiyetê de dê koma bejavî û yekîneyên girêdayî piyaderên deryayê li herêmê bên bicih kirin.

Ev yekîne, wê tevî 6 hezar leşkerên ku li keştiya balafiran a USS George H.W. Bush a li herêmê kar dikin, bên bicih kirin. Keştiya ku behsa wê tê kirin, tevî bi dehan balafirên şer li ser Okyanûsa Hindî li nêzî Rojhilata Navîn xebatê dimeşîne.

Hebûna leşkerî ya DYA ya li herêmê, bi keştiyên balafiran USS Grald R. Ford û USS Abraham Lincolnê ku berê hatibûn bicihkirin re xurtir bû.

Hat ragihandin ku tevî agirbesta Îran-DYA ku di 7ê Nîsanê de hat ragihandin jî, Washington amadekariyên xwe yên leşkerî didomîne û hêzên xwe yên hewayî û deryayî ji nû ve bi cih dike. Rayedarek DYA, got ku artêş ‘ger ku hewce bike wê ji nû ve dest bi êrîşan bike û ji bo vê yekê amade ye.”

Pispor diyar kirin ku ev hewldanên leşkerî qurfbariya agirbestê nîşan dide û gotin ku îhtîmala aloziya nû ya li herêmê her tim di rojevê de ye.