DYA û Îsraîlê êrîşê Îranê kir, Îranê êrişî kurdan kir
Rêxistina Avakirina Aştiya Civakê ya Emerîkayê (CPT) têkildarî êrişên Îranê û komên girêdayî wê yên li ser Herêma Kurdistanê raporeke berfireh weşand. Di raporê de hat destnîşankirin ku piştî destpêkirina şerê navbera DYA-Îsraîl û Îranê, Herêma Kurdistanê bûye qada sereke ya êrişan û di nav 40 rojan de 695 êriş hatine kirin. Di encama van êrişan de 22 kesan jiyana xwe ji dest dan û 101 kes jî birîndar bûn.

Tîma Kurdistana Iraqê ya Rêxistina Avakirina Aştiya Civakê ya Emerîkayê (CPT), bîlançoya êrişên balafirên bêmirov û moşekî yên rejîma Îranê û komên nêzî wê yên li Iraqê eşkere kir. Rapora ku qonaxa ji 28ê Sibata 2026an heta 24ê Nîsana 2026an raber dike, rûyê tarî yê şerê li herêmê û bandora wê ya rasterast a li ser Herêma Kurdistanê radixe pêş çavan. Li gorî raporê, di encama van êrişan de 22 kesan jiyana xwe ji dest dane û 101 kes jî birîndar bûne. CPTê da zanîn ku ji vê hejmara giştî, 24 kes welatiyên sivîl bûne.
Beriya agirbestê 647 êriş pêk hatin
Di raporê de tê diyarkirin ku piştî 28ê Sibatê destpêkirina şerê hevbeş ê DYA û Îsraîlê li dijî Îranê, heta ragihandina agirbestê ya di 8ê Nîsanê de, Artêşa Pasdarên Îranê û komên ser bi wê ve 647 caran êrişî Herêma Kurdistanê kirine. Di vê demê de piraniya êrişan li ser konsolxane û baregehên leşkerî yên Amerîkayê bûn ku 277 caran hedef hatin girtin. Di rêza duyem de baregehên Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, cihên sivîl, zeviyên neftê û parzûngeh, kompanyayên ragihandinê û saziyên ku ne beşdarî şer in, bi giştî 224 caran bûn hedef. Kampên partiyên Kurd ên Rojhilatî jî 146 caran bûn armanc.
Di dema agirbestê de hedef partiyên Rojhilatî bûn
Tevî ku di 8ê Nîsanê de agirbest hate ragihandin û li Îslamabadê danûstandin dest pê kirin jî, êrişên li ser Herêma Kurdistanê nesekinîn. Ji 8ê Nîsanê heta 24ê Nîsanê 48 êrişên din hatin kirin. CPT balê dikişîne ser guherîna armancan a di dema agirbestê de û wiha dibêje: “Baldariya leşkerî ya Artêşa Pasdaran ji saziyên Amerîkayê guheriye ser baregeh û kampên partiyên Kurd ên Rojhilat.” Di dema agirbestê de 37 êriş li ser partiyên Kurd, 7 êriş li ser Wezareta Pêşmerge û cihên sivîl û tenê 4 êriş li ser saziyên Amerîkayê hatine kirin. Ev nîşan dide ku agirbesta navbera DYA û Îranê, nebuye garantiyek ji bo rawestandina êrişên li ser Herêma Kurdistanê.
Rêbaz û belavbûna erdnîgarî ya êrişan
Li gorî bîlançoya giştî ya 695 êrişan beşek ji hêla Îranê ve raste rast û beşek jî ji hêla komên girêdayî wê yên li Iraqê ve hatine kirin. Ji van êrişan 551 bi balafirên bêmirov ên xwekuj, 131 bi moşekan, 12 bi topbaranê û yek jî bi gulebaranê hatiye kirin. CPT destnîşan dike ku 407 êriş bi rêya pergalên parastinê an jî balafirên şer beriya ku bigihêjin armanca xwe hatine pûçkirin. Ji ber hebûna saziyên Amerîkayê û baregehên partiyên Rojhilatî, parêzgeha Hewlêrê bi 544 êrişan bûne armanca sereke. Silêmanî bi 123 êrişan, Dihok bi 22 êrişan û Helebce jî bi 6 êrişan bli pey Hewlêrê tên.
Ziyanên madî û banga ji bo hikûmetan
Ji bilî qurbaniyên canî, êrişan ziyaneke mezin a madî jî li pey xwe hiştiye. Ziyan gihiştiye zêdetirî 67 xanî û cihên niştecihbûnê û herî kêm 45 wesayîtên welatiyên sivîl. Di dawiya raporê de, CPT-Amerîka dirêjkirina dema agirbestê bi dilxweşî pêşwazî dike lê banga lezgîn dike ku êrişên li ser Herêma Kurdistanê bên rawestandin. CPT daxuyaniya xwe wiha diqedîne: “Berpirsyarî li ser milê hikûmeta Iraqê ye ku serweriya xaka xwe biparêze û komên girêdayî Îranê rawestîne. Pêwîst e hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê di zûtirîn dem de li gorî qanûnên hejmar 20 a sala 2009an û 57 a sala 2015an, zerera welatiyên ku di vî şerî de ziyan dîtine, qerebû bikin.”


