Li rojhilat sê Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve hatin binçavkirin

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê eşkere kir ku li Kamyaran û Bokanê 3 Kurd ji aliyê hêzên Îtlaeta Îranê (îstixbarat) ve hatine binçavkirin û çarenûsa wan nediyare.

1 deqe xwendin
Li rojhilat sê Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve hatin binçavkirin

Tora Mafên Mirovan ya Kurdistanê derbarê binçavkirina welatiyên Kurd ya ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve agahiyan parve kir.

Li gorî nûçeya RojNewsê ku spartiye agahiyên Torê; di 12ê Hezîranê de hêzên ser bi Îtlaeta Îranê bêy biryara dadgehê bi ser mala her du birayên bi navê Serdar Rehman û Ihsan Rehman yên li Kamyaran de girtin. Li malê lêgerîn kirin, telefonên wan hatin desteserkirin û ji wan re hat gotin ku serdana navenda polîsan a Kamyaran bikin. Hatiye diyarkirin piştî ku her du birayan serdana navenda polîsan kirine, ji wê demê ve agahî ji wan nayê girtin.

Li gor heman agahiyan, her du bira di sala 2025an de jî ji ber tev li şahiya Newrozê bûbûn û sembolên Kurdî bikar anîbûn, ji aliyê Îtlaeta Îranê ve hatibûn bangkirin û çend saetek di bin çavan de hatibûn hiştin.

Her wiha Tora Mafên Mirovan diyar kir di 13ê Hezîranê de jî hêzên Îtlaeta Îranê bêyî destûra yasayî bi ser mala mamostayê teqawîdbûyî Yusuf Emînî ya li taxa Elîawa ya bajarê Bokanê de girtin û ew kirin binçavan.

Hatiye diyarkirin ku Yusuf Emînî beriya niha jî ji ber lixwekirina cilûbergên Kurdî ya di şahiyekê de li gel çend welatiyan hatibûn binçavkirin û piştî îfadeyê hatibûn berdan.