Di şerê Rojhilata Navîn de rol û girîngiya fezayê

Pêşbaziya çekan a li fezayê, bi awayekî herî germ û rasterast bandorê li qada şer a Rojhilata Navîn jî dike. Ev yek bi taybetî di şerê navbera Îran û bloka Îsraîl-DYAyê de xwe dide der. Îranê di van salên dawî de bi peykên leşkerî yên mîna "Nûr", kapasîteya xwe ya çavdêriya herêmî û peydakirina agahiyên îstîxbaratî ji bo mûşekên balîstîk bi pêş xistiye.

1 deqe xwendin
Di şerê Rojhilata Navîn de rol û girîngiya fezayê

Di sedsala 21an de feza êdî ne tenê qada lêkolîn û zanistê ye; her ku diçe vediguhere qada herî stratejîk a şer û siyaseta cîhanî. Teknolojiyên uydûyî (peyvk), sîstemên rêberiyê û torên ragihandinê yên li fezayê, îro bûne bingeha jiyana modern. Ji ber vê yekê, her guhertineke li fezayê, rasterast bandorê li ser şerên herêmî, siyaseta navneteweyî û jiyana rojane ya mirovan dike. Militarîzekirina fezayê bi taybetî li ser şerên li Rojhilata Navîn û pêşbaziya di navbera hêzên global de dibe sedema guhertinên kûr.

Rojhilata Navîn û çavdêriya ji fezayê

Yek ji xalên herî girîng ên ku bandora fezayê nîşan dide, şerên herêmî ne. Li Rojhilata Navîn, ku navenda rageşiyên polîtîk û leşkeriye, uydû bûne amûrên sereke yên îstixbarat û kontrola operasyonên leşkerî. Welatên wekî Îran û Îsraîl, ji bo xurtkirina hêza xwe ya fezayê veberhênanên mezin dikin. Bi rêya uydûyên çavdêriyê, tevgerên leşkerî, avakirina binkeyên mûşekan û guherînên stratejîk kêlî bi kêlî tên şopandin. Ev agahî di plansaziya şer de diyarker in; ji ber ku rê didin welatan ku bi lez û bi awayekî rast bersivê bidin dijberên xwe. Di şerên nûjen de, kontrolkirina agahî û çavdêriyê, carinan ji hêza çekan a fizîkî girîngtir dibe.

Ragihandin û rêberiya operasyonan

Feza di koordînasyona hêzên leşkerî de jî roleke bingehîn dilîze. Torên uydûyî yên mezin, mîna Starlink, dihêlin ku artêş di şertên herî giran ên şer de jî têkiliya xwe nebirrin. Ev tor rêberiya şer, koordînasyona yekîneyan û gihandina fermanan hêsan dikin. Heke welatek karibe van torên ragihandinê yên dijmin têk bibe, dikare serûbinkirina encama şer misoger bike. Ji ber vê yekê, êrişên li ser sîstemên uydûyî îro wekî beşek ji şerê elektronîk û sîber tên pênasekirin.

Teknolojiyên çekên biaqil û navigasyon

Girîngiya fezayê di çekên nûjen de herî zêde di sîstemên rêberiyê de derdikeve pêş. Gelek mûşek, dron û bombeyên "biaqil" bi sîstemên navigasyonê yên wekî GPS ku malê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye yan jî BeiDou ku malê Çînê ye ber bi hedefa xwe ve diçin. Heke ev sîstemên fezayê werin astengkirin, çekên herî pêşkeftî jî kor dibin û nikarin hedefên xwe bipêkin. Ev yek nîşan dide ku serweriya li ser fezayê, tê maneya serweriya li ser teknolojiya şer e.

Pêşbaziya stratejîk ya DYA û Çînê

Pêşbaziya di navbera hêzên mezin, bi taybetî di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Çînê de, derbasî qonaxeke nû bûye. Ev pêşbazî êdî ne tenê ji bo keşfên zanistî, lê ji bo serweriya leşkerî tê meşandin. Her du welat jî li ser çekên dijî-uydû (ASAT), sîstemên lazer û şerê sîber dixebitin. DYAyê di sala 2019an de bi avakirina Hêza Fezayê (United States Space Force), bi awayekî fermî feza wekî qada şer ragihand. Diyare ku ev pêşbazî bi rîskên pir mezin bîranînên serdema Şerê Sar zindî dike.

Metirsiyên li ser mirovahiyê û aboriya cîhanê

Militarîzekirina fezayê ne tenê metirsiyeke leşkerî ye, di heman demê de gefeke mezin e li ser aboriya cîhanê. Îro jiyana modern; ji sîstemên bankan bigire heta înternet, ragihandin û trafîka hewayî, bi temamî bi uydûyan ve girêdayî ye. Heke şerekî li fezayê biqewime û uydû werin hilweşandin, dibe ku jiyana li ser rûyê erdê felç bibe. Zanyar hişyarî didin ku rûbirûbûna li fezayê dikare bibe sedema krîzeke gerdûnî ya ku derketina jê ne gengaz be.

Pêşbaziya çekan û bandora wê li Rojhilata Navîn

Pêşbaziya çekan a li fezayê, bi awayekî herî germ û rasterast bandorê li qada şer a Rojhilata Navîn jî dike. Ev yek bi taybetî di şerê navbera Îran û bloka Îsraîl-DYAyê de xwe dide der. Îranê di van salên dawî de bi peykên leşkerî yên mîna "Nûr", kapasîteya xwe ya çavdêriya herêmî û peydakirina agahiyên îstîxbaratî ji bo mûşekên balîstîk bi pêş xistiye.

Li hemberî vê, sîstemên parastinê yên Îsraîlê yên wekî Arrow-3 ku mûşekan li derveyî atmosferê îmha dikin, nîşan didin ku şerê li ser erdê êdî bi giranî bi teknolojiyên fezayî ve girêdayî ye. Di şerekî gengaz de, eger torên peykan ên wekî Starlink an GPS werin astengkirin, sîstemên parastinê yên herî pêşketî jî wê kor û bêbandor bimînin. Ev rewş dikare hevsengiya leşkerî ya navbera her du eniyan bi tevahî biguherîne.

Kontrolkirina fezayê û peymanên navneteweyî

Ji bo pêşîgirtina li Serdema Îmhakirina Fezayê, pêdiviya cîhanê bi peymanên nû û normên navneteweyî yên tund heye. Heke dîplomasî di vê qadê de bi ser nekeve, şerê li Rojhilata Navîn dikare ji sînorên erdê derbikeve û li asmanan karesateke bêveger bide destpêkirin.

Divê em qebûl bikin ku feza êdî mifteya serweriya agahî, ragihandin û aboriya sedsala nû ye. Heke civaka navneteweyî li ser parastina fezayê peymanên nû û aştiyane ava neke, ev qada ku wekî hêviya zanistê dihat dîtin, dikare veguhere eniya herî tarî ya şerê mirovahiyê.