Di êrişên Îsraîlê de bi dehan lubnanî hatin kuştin

Êrişên Îsraîlê yên li ser başûrê Lubnanê û zextên veguhestinê dewam dikin. Di bombardûmana giran de bi dehan sivîl hatin kuştin.

1 deqe xwendin
Di êrişên Îsraîlê de bi dehan lubnanî hatin kuştin

Artêşa Îsraîlê ji bo veguhestina bi lez bang li gundiyên Aïn Qana ya li başûrê Lubnanê kir. Berdevkê erebî yê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee îdîa kir ku Hîzbûllahê peymana agirbestê binpê kiriye û ji gundiyan xwest bi lez herêmê biterikînin.

Di daxuyaniya ku li ser Telegramê hat weşandin de, bang li sivîlan hat kirin ku bi hinceta ewlekariyê ji malên xwe derkevin û herî kêm bi hezar metreyî berê xwe bidin qadên vekirî.

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê jî ragihand ku di êrişa Îsraîlê ya li herêma Şueyfatê de sê kes hatine kuştin. Hat ragihandin ku kesên jiyana xwe ji dest dane; jinek, keça wê û zarokekî ji Sûriyeyê bû ne. Di êrişê de sê jê zarok û pênc jê jin 15 kes jî birîndar bûn.

Li gor rayedarên Lubnanê, di êrişên Îsraîlê yên roja pêncşemê hatin kirin de li seranserê welêt herî kêm 26 kes mirin.

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ji 2yê adarê dema destpêkirina êrişên Îsraîlê û vir ve 3 hezar û 324 kes mirin, 10 hezar û 27 kes jî birîndar bûn.