Di êrişên Îranê de 13 leşkerên DYAyî mirin
Fermandariya Navendî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku di êrişên li ser Îranê de 10 jê bi giranî 290 leşkerên wan birîndar bûn. Hat ragihandin ku 13 leşker jî mirin.

Berdevkê Fermandariya Navendî ya DYAyê (CENCTOM) diyar kir ku di dema êrişên li ser Îranê de nêzî 290 leşkerên DYAyî birîndar bûn.
Berdevk ji CNNê re axivî û anî ziman ku ji leşkerên birîndar 255 ji wan careke din li wezîfeya xwe vegeriyan, 10 leşker jî bi birîna giran wezîfeya xwe dewam dikin.
Li gorî heman nûçeyê, di şer de 13 leşkerên DYAyî jî mirin.
Televîzyona dewletê ya Îranê jî di 21ê Adarê de ragihand ku li Îranê zêdeyî hezar û 500 kesî jiyana xwe ji dest dan. Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê jî diyar kir ku li welêt zêdeyî hezar kes mirin. Hat ragihandin ku li Îsraîlê jî 15 kesan jiyana xwe ji dest dan.


