Di agirbestê de şertên Îranê çi ne?
Îran û ABD li ser agirbesteke şertî ya du hefteyan li hev kirin; şertên bingehîn vekirina Tengava Hurmuzê û rawestandina êrişan in.

Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li ser agirbesteke şertî ya du hefteyan li hev kirin. Li gor vê peymana şertî, Tengava Hurmuzê ji bo trafîka gemiyan dê were vekirin û êriş dê rawestin.
Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf, ku di muzakereyan de rola navbeynkarî kir, di 8ê nîsanê de di saetên serê sibehê de ragihand ku agirbest ketiye meriyetê.
Ajansa Nûçeyan a Îranê ISNA ragihand ku Serokê Meclîsa Îranê, Muhammed Baqir Qalibaf, dê di civînên 10ê nîsanê de li Îslamabadê serokatiya heyeta muzakere ya Îranê bike. Li gor heman çavkaniyê, cîgirê serokê DYAyê JD Vance jî dê serokatiya heyeta amerîkî bike.
Îran di ji bo agirbestê 10 xalan amade kiriye. Xalên ku Îranê amade kirine wiha ne:
Li gor gotinên Trump û ragihandina televîzyona dewletê ya Îranê, plana 10 xalî ya Îranê van şertan dihewîne:
*Divê şerê li Iraq, Lubnan û Yemenê were bidawîkirin
* Bêyî ti sînorkirinên demî, bi awayekî mayînde bidawîkirina şerê li dijî Îranê.
*Rawestandina hemû pevçûnan li herêmê
*Vekirina Tengava Hurmuzê
*Afirandina protokolekê ji bo ewlehî û azadiya seyrûseferê li Tengavê
*Dayîna tezmînatê ya tevahî ji bo lêçûnên avakirina nû ya Îranê
*Rakirina tevahî cezayên aborî yên li dijî Îranê
*Azadkirina fon û malên Îranê yên ku ji aliyê DYAyê ve hatine girtin
*Pabendbûna tam a ku Îran dê çekên nukleerî hilneberîne
*Piştî pejirandina van şertan, destpêkirina bilez a agirbestê li hemû cephan


