Dermanê nexweşiyan Ribêsan li ser dezgahan cihê xwe girt.
Ribêsên ku salê carekê li çiyayên Kurdistanê derdikevin, li ser dezgehan cihê xwe girt. Firoşkarên ribêsan ku zabita nahêlin ew karê xwe bikin, bi gazinc in û dixwazin ji pirsgirêka wan re çareseriyek bê dîtin.

Li bakurê Kurdistanê bi hatina biharê re gelek pincar şîn dibin. Ev pincarên herêmî ji bo tenduristiya mirovan weke şîfa jî tê dîtin. Ev pincar di nava gel de jî ji ber gelek taybetmendiyên xwe yên şîfayê tê tercîhkirin. Yêk ji wan pincaran jî ribês e. Navê ribêsê li gelek herêman diguhere, weke; rêwas, rêvaz, rêbas, ribas jî tê gotin. Ribês ku cureyeke pincara çiyayê Kurdistanê ye, li ser dezgehan cihê xwe girt. Li herema Serhedê bi taybetî li bajarê Wan, Sêrt, Colemêrg û Bedlîsê şîn dibe.
Salê carekê derdikevin
Firoşkarê ribêsan Sebrî Çaglak bal kişand ser aliyên ribêsê yên baş û diyar kir ku ev ribês ji navçeya Çelê ya Colemêrgê bo wî tên. Sebrî Çaglak diyar kir ku ribês salê carekê tenê derdikevin û got: “Ribês hem ji bo nexweşiya şekerê, hem jî ya tansiyonê gelek baş e. Her wiha kesên zêde kiloya wan heyî jî, ji bo zeîfbûnê weke dermanekê dibînin. Salê carekê derdikeve û em jî ji bo bifiroiin tînin vir, lê zabita û şaredarî ji me re pirsgirêkan derdixînin û nahêlin em bifiroşin. Em dixwazin çareseriyek ji bo me bê dîtin.”
Kîsek ribês 70-80 hezar lîre ye
Firoşkar Volkan Erol jî behsa pirsgirêka li gel şaredariyê û zabitayan kir û wiha pê de çû: “Zabita nahêlin em ribêsan bifiroşin. Herî dawî hatin wesayîtên me û torbeyên ribêsan me ji me standin. Tenê mehek e, bila wê mehê jî destûrê bidin me ku em jî bikaribin debara xwe bikin. Her tên dibêjin ev biryar ya walîtiyê ye û lewma dibêjin ku ew nikarin tiştekî bibijên. Kîsek ribês 70-80 hezar lîre ye.”
‘Şaredarî ji bo firoşkaran astengiyan derdixîne’
Firoşkar Volkan Eren jî behsa feydeyên ribêsê kir û wiha got: “Ribês li derdora nîvê Nîsanê derdikevin. Dermanê nexweşiyên weke; şeker, penceşêr û ji her nexweşiyê re baş e. Lê belê şaredarî ji bo me astengiyan derdixînin. Ji xwe salê tenê mehek e, bila wê mehê jî me îdare bikin. Mesrefê dezgahekê 100 hezar lîre zêdetir e. Ji ber vê yekê em gelek mexdûr dibin.”


