Dayikên Aştiyê çûn serdana AKPê: Ev Laçika Spî bila bibe wesîleya aştiyê

Heyetek ji Meclîsa Dayikên Aştiyê di çerçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li Meclîsê serdana Grûba AKPê kir. Dayikan Laçika Spî diyarî AKPê kir û xwestin ev laçik bibe wesîleya pêkanîna aştiyê.

1 deqe xwendin
Dayikên Aştiyê çûn serdana AKPê: Ev Laçika Spî bila bibe wesîleya aştiyê

Heyeteke ji Meclîsa Dayikên Aştiyê bi boneya Roja Dayikan di çerçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de serdana partiyên siyasî dike. Serdana dawî ya Heyeta Dayikên Aştiyê li gel AKPê ye. Heyeta Dayikên Aştiyê ji Behiye Yalçin, Afîfe Kartal û Muzeyyen Butun pêk tê. Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan û parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya jî bi Heyeta Dayikan re tev li serdanan dibin. Heyeta Dayikên Aştiyê piştî serdana partiyên din li Meclîsê serdana Grûba AKPê kir.

Laçika Spî diyarî heyeta AKPê hate kirin

Heyeta Dayikên Aştiyê di serdanê de li gel Serokê Grûba AKPê Abdullah Guler, Serokwekîlê Grûba AKPê Abdulhamît Gul, parlamenterê Rihayê yê AKPê Cevahîr Asuman Yazmaci û parlamentera Stenbolê ya AKPê Şengul Karsli re rûniştin. Dayikên Aştiyê weke her serdanên di partiyên siyasî de Laçika Spî diyarî diyarî heyeta AKPê jî kir. Di hevdîtinê de dayikan got ku ew vê laçikê diyarî dikin ku bibe wesîleya pêkanîna aştiyê.

Dayikên Aştiyê dê piştî serdana AKPê li ber Wezareta Dadê daxuyaniyeke bide û ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re serî li wezaretê bide.