Dayika Aştiyê Munîbe Koç koça dawî kir
Dayika Aştiyê Munîbe Koç a ku ji pençeşere mîdeye dihat dermankirin, koça dawî kir.

Dayika Aştiyê Munîbe Koç ji ber ku pençeşera mîdeye li Nexweşxaneya Bajêr a Etlîkê ya Enqereyê tedawî didît. Munîbe Koç di saetên êvarî de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Munîbe Koç dê piştî nimeja nîvri li goristana Karşiyakayê bê veşartin.
Dayika Munibe Koç ji sala 1995an heta niha ji bo aştiyek mayinde têdikoşiya. Munîbe Koç, di nava xebatên siyasî yên partiyên HADEP, DTP û BDPê de cih girt. Herî dawî di nava rêveberiya BDPê ya navçeya Yenimahalle ya Enqereyê de xebat dikir.
Di sala 2019an de dema birayê Munîbe Koç li Girtîgeha Patnosê di gireva birçîbûnê de bû, Munîbe Koç, daxwaza aştiyê wiha anîbû ziman: “Em dayik mirinê û şer naxwazin. Em aştî û jiyaneke mirovahî dixwazin. Kurd jî mirov in û divê wekî mirovan bijîn. Eger tecrîd rabe, dê hemû girtî dest ji gireva birçîbûnê berdin.”


