Ciwanan GÎB-DER vekir
Ciwanên kurd li Amedê Komeleya Ji Bo Pêşerojê Em Li Vir in (GÎB-DER) bi şahiyekê vekir.

Komeleya Ji Bo Pêşerojê Em Li Vir in (GÎB-DER) li Parka Eyşe Şanê ya Rezana Amedê bi şahiyekê hate vekirin. Siyasetmedarê Kurd Çetîn Arkaş, Dayîkên Aştiyê, nûnerên partiyên siyasî, endamên saziyên sivîl, hevşaredarên navend û navçeyên Amedê, gelek ciwan tevlî bernameyê bûn. Di bernamê de pankartên “Ciwan ji bo pêşerojê keleha berxwedanê ne”, “Aştî mafê me ye komun warê me ye, jin û ciwan hêzên me ne”, “Li ser şopa heqîqetê bi gavên ciwanan, komunên xwe yên azad ava bikin” vekirin.
Ciwanan di bernameya GÎB-DERê de bi du zimana daxuyanî dan. Bi kurdî Hasan Karsu û bi tirkî jî Berîtan Ateş daxuyanî xwend. Hasan Karsu diyar kir ku ciwanbûyîn li vê erdnîgariyê ne tenê bi tunekirina pêşerojê re rû bi rû dimînin û got: “Em dizanin ku ciwan ne tenê qurbanê van krîzan e, di heman demê de hêza herî mezin a damezinêrê veguherîna demokratîk e. Em, wekî ciwanan bawer dikin ku gel dikare li ser bingeha jiyanek wekhev, azad û bi rûmet bi hev re bijîn û aştiyê wekî bingeha bingehîn a jiyana civakî û civaka demokratîk wekî alternatîfa rastiyê ya sereke ji bo pêşerojek hevpar dibînin. Ji ber ku em bawer dikin aştiya rastîn ne tenê rewşek bê pevçûnê ye, lê avakirina edaletê, hemwelatîbûna wekhev, nasnameyên azad û beşdariya demokratîk e. Bi vê têgihîştinê, me Komeleya Ji Bo Pêşerojê Em Li Vir in (GÎB-DER) damezrand; bi armanca ku ciwanan bikin mijarên çalak ên civaka demokratîk, piralî, berfireh û domdar a li ser bingeha rûmeta mirovan û mafên mirovên gerdûnî bijîn.”
Hasan Karsu qala armanca GÎB-DERê kir û wiha axivî: “Li taxan, li qadên tenduristiyê, qadên dîjitalê, di çalakiyên çand û hunerî de, hilberîna akademîk de, di têkoşîna ekolojîk de, di warê mafên mirovan û hiqûqê de, di çalakiyên werzîş, çand, hevgirtinê de îradeya kolektif a ciwanan mezin dike.”
Hasan Karsû herî dawî bang kir û got: “Em li dijî bêdengiyê bibin dengek, li dijî tenêtiyê hevgirtinp xurt bikin, li dijî înkarê bibin rastî û li dijî tariyê jiyana demokratîk ava bikin. Ji ber ku em bawer dikin: Aştî dê bi ciwanan re mezin bibe. Civaka demokratîk dê di bin pêşengtiya ciwanan de were avakirin.”
Piştî daxuyaniyê bernameya vekirinê bi stranên Kolektîfa Rîtmên Azad, Kadîr Çat û GerokMa berdewam kir.


