Buroya Hiqûqê ya Asrînê ji bo ‘mafê hêviyê’ serî li Konseya Ewropayê da
Buroya Hiqûqê ya Asrinê, ji bo mafê hêviyê yê ya Rêberê Gêlê Kurd Abdullah Ocalan serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê da.

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, di 15-17’ê Îlona 2025’an de mijara “rêgeza hêviyê” ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotûbêj kir û ji bo cîbicîkirina “mafê hêviyê” heta hezîranê dem da Tirkiyeyê.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, ji bo agahdarkirina der heqê sepandina “mafê hêviyê” yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxwazname pêşkêşî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê da.
Xalên di daxwaznameyê de cî girtin wiha ne:
“ * Hikûmetê, têkildarî biryara Dadegah Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya der heqê doza Ocalan hejmar 2 (biryara mafê hêviyê ya ji bo girtiyên cezayê muebeda giran) heta niha tu gavên şênber neavêtiye. Ji ber vê yekê, em pêşniyar dikin ku ev di civîna 1537’emîn a komîteya we de bê nirxandin. Divê hişyariya ji bo Tirkiyeyê ji nû ve bê kirin û ji raya giştî re bê ragihandin.
* Rexmê derbasbûna 12 salan, têkildarî tevdîtên giştî tu gav nehatine avêtin. Ji ber vê yekê, li gorî xala 46/4.emîn a Peymanê (dema dewletek aliyê peymanê, li gorî PMME’yê tevnegere divê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê lêpirsînê bide destpêkirin) divê prosesa binpêkirinê bê destpêkirin.
* Hikûmeta Tirk, divê li gorî rêgezên biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê tevbigere, qanûnên tehliyekirinê bisepîne û qanûnên tehliyekirinê asteng dikin, biguherîne. Divê ji bo vê yekê bang li hikûmetê bike.
* Divê mînakên doza bi navê Koma Gruban tê nasîn, li Tirkiyeyê bên xurtkirin.”


