Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin!
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan bi daxwaza “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” li Amed, Êlih, Gever û Rihayê çalaki lidar xistin.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan bi daxwaza “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” çalakiyên xwe yên li bajarên cuda didomînin.
Amed
Li Amedê xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan, di hefteya 899an a çalakiya xwe de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu hatin ba hev. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hildan. Çalakvanan faîlên Mehmet Şerîf Avşar ê ku sala 1994an li Amedê hate qetilkirin, pirsîn.
Êlih
Li Êlihê cara 735an li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Cadeya Gulistan daxuyanî hate dayîn. Di çalakiyê de aqûbeta Ahmet Tekîn hate pirsîn ku Gulana 1994an li navçeya Licê ya Amedê piştî hate binçavkirin, êdî agahî jê nehat wergirtin.
Riha
Şaxa Rihayê ya ÎHDê di hefteya 73yan a çalakiya xwe de faîlên Mustafa Suman pirsîn.
Colemêrg
Şaxa Colemêrgê ya ÎHDê di hefteya 225an a çalakiya xwe de aqûbeta Nezîr Tekçî pirsîn ku sala 1995an piştî hat binçavkirin, êdî agahî jê nehat wergirtin. Di daxuyaniya li ber Kolana Hunerê ya li Geverê hate dayîn de, pankarta “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” û wêneyên windayan hatin hildan.


