Bi ser Şaredariya Yenîşehîrê ya Mêrsînê de girtin

Di çarçoveya lêpirsîna derbarê Şaredariya Yenîşehîrê ya Mêrsînê de rayedarên şaredariyê jî di nav de ji bo gelek kesan biryara binçavkirinê hate dayin.

1 deqe xwendin
Bi ser Şaredariya Yenîşehîrê ya Mêrsînê de girtin

Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê, bi îdiayên “nelirêtiya dê îhaleyan de”, “bertîl” û “hîlekirinê” der heqê Şaredariya Yenîşehîrê ya Mêrsînê ya CHP’î lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de ji bo 30 kesan biryara binçavkirinê hate dayin û di danê sibehê de li şaredariyê lêgerîn hate kirin. 

Hat zanîn ku cîgirên şaredar, midûrên şaxan û rayedarên şîrketan jî di nav de ji bo gelek kesan biryara binçavkirinê hatiye dayin.