Bi sedan welatiyan li Pirsûs, Mêrsîn û Çinarê dar çandin

Bi sedan welatî li navçeya Pirsusê ya Rihayê kom bûn û 4ê Nîsanê Roja Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin û dar çandin. Li Mêrsîn û Çinarê jî bi heman armancê dar hatin çandin.

1 deqe xwendin
Bi sedan welatiyan li Pirsûs, Mêrsîn û Çinarê dar çandin

Bi sedan welatî li navçeya Pirsûsê ya Rihayê kom bûn û bi wesîleya 4ê Nîsanê 77emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi dirûşmeya "Bi Rêbertiya Azad re ber bi yekîtiya neteweyî", di çarçoveya Mihrîcana Rojên Amara de pîrozbahî lidarxistin. Welatiyên ku cilên xwe yên herêmî li xwe kirin, li Parka Meydanê kom bûn û li ber stranan govendê gerandin. Di tevahiya pîrozbahiyê de dirûşmeyên, "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û "Jin, jiyan, azadî" berz kirin. Parlementerên DEM Partiyê Ferît Şenyaşar, Onur Duşunmez û Mahmut Dîndar, Hevşaredarên Pirsûsê Ayten Kaya û Muslim Baran, rêxistinên DEM Partî û DBPê yên navçeya Pirsûsê tevlî pîrozbahiyê bûn. Hunermend Azad Devrîm di pîrozbahiyê de derket ser dîkê û stran got. 

Li Kuliçê 77 dar çandin 

Piştî pîrozbahiya ku li Parka Meydanê bi dawî bû, li gundê Kulunçê ya Pirsûsê bi heman armancê 77 dar çandin. Piştî ku dar bi dirûşmeya, "Bijî Serok Apo" hatin çandin, bername bi dawî bû.

Mêrsîn 

Li Mêrsînê jî Platforma Rêxistinên Demokratîk bi heman armancê şahiya biharê pêk anîn. Bi sedan kes li Parka Aştiyê kom bûn û şahiyek li dar xistin. Di şahiyê de Sanatolia stran gotin û girseyê li ber stranan govend gerand. Girseya ku beşdarî şahiyê bû bê navber dirûşmeyên; “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Rojbûna te pîroz be ey Serok” berz kirin. 

Li Çinarê darên çam çandin

Malbatan li taxa Cumhuriyetê ya navçeya Çinara Amedê bi boneya 4ê Nîsanê Roja Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 23 darên çam çandin. 

Di nava rojê de li gelek navçeyan nûnerên saziyên civakî, rêxistinên demokratîk û gelek malbatan wekî tekakesî ji bo 4ê Nîsanê Roja Rojbûna Rêberê Gelê Kurd pîroz bikin dar çandin. Malbata Orak jî li Taxa Cumhuriyetê ya Çinarê bi heman armancê 23 darên çam çandin.