Baroya Colemêrgê têkildarî mayina teqiyayî bang kir
Baroya Colemêrgê têkildarî mayina li Geverê teqiyayî bû sedema birîndariya zarokekî daxuyanî da. Baroyê, banga paqijkirina mayinan kir û xwest der heqê berpirsyaran de lêpirsîn bê destpêkirin.

Di 9ê Gulanê de li gundê Şagilordê yê Gever a Colemêrgê mayinek teqiya. Di teqînê de zarokê bi navê M.A. ê 17 salî ku pezê xwe diçêrand, birîndar bû. Di teqînê de gelek pez jî mirin. Baroya Colemêrgê têkildarî bûyerê daxuyanî da. Baroyê, diyar kir ku bi sala ye ji ber bermahiyên mayin û madeyên teqemaniyan teqîn çêdibin û got: “Divê mayin û bermahiyên madeyên teqemeniyan ên li qadên jiyanê yên sivîlan, çêregeh û herêmên çoltare bên tespîtkirin û paqijkirin. Ev bermahî, xetereyeke mezin li ser jiyana cotkarên li herêmê û welatiyan çêdikin. Mafê jiyanê yê welatiyan di bin xetereyeke mezin de ye.”
‘Divê mayin bên paqijkirin’
Di berdewamê de baroyê da zanîn ku yek ji berpirsyartiyên sereke ya dewletê jî parastina mafê jiyanê yê welatiyan e û got: “Divê ev mayin û bermahiyên teqemeniyan ên ji pêvajoyên şer mane bên paqijkirin, herêmên bi xetere bên kontrolkirin û ji bo parastina welatiyan tevdîr werin girtin. Ev bûyer jî divê ji her alî ve were lêkolînkirin, der heqê berpirsyaran de kirariyên pêwîst bên kirin, qadên mayinan tavilê bên tespîtkirin û bên paqijkirin. Ji bo bûyerên bi heman rengî rûnedin divê tevdîrên mayinde bikevin meriyetê.”


