Balyozxaneya DYAyê ku hêzên Îranê tê de bi cih bûne hat bombebarankirin
Îsraîlê, avahiya balyozxneya DYAyê ya berê ya li Îranê ku hêzên leşkerî yên Îranê tê de bicih bûn, bombebaran kir.

Hêzên Hewayî yên Îsraîlê (IDF) daxuyand ku êrişên xwe yên hewayî li Îranê berdewam dike. Li gorî daxuyaniya IDFê, heta niha di çarçoveya vê operasyonê de zêdeyî 800 sortiyên êrişê hatine lidarxistin. IDFê di daxuyaniya xwe de îdia kir ku nêzîkî 10 hezar êrişên asmanî li ser nêzîkî 4 hezar armancên leşkerî hatine kirin. Di heman daxuyaniyê de hat gotin ku di van êrişan de nêzîkî 16 hezar cebilxane hatine bikaranîn.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di encama van operasyonan de zêdeyî 2 hezar leşker û fermandarên Îranê hatine kuştin. Li gorî heman çavkaniyê, bi hevdemî bi êrişên li Îranê re, IDFê di gelek eniyên şer de jî operasyon meşandine û nêzîkî 7 hezar armancan hedef girtine.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin balyozxaneya berê ya DYAyê hedef hatiye girtin. Hat ragihandin ku hêzên Mihafizên Şoreşê ya Îranê û Besicê li vê avaniyê hatine bicihkirin û di encama bombebarana pêk hatî de gelek leşkerên Îranê hatine kuştin.


