Ayetullah Alî Hamaney hate kuştin
Medya Dewleta Îranê piştrast kir ku Serokê Dewleta Îranê Ayetullah Ali Hamaney hatiye kuştin. Piştî piştrastkirina kuştina Ali Hamaney 40 roj şîn îlan kirin.

Şevê din DYA û Îsraîlê li dijî Îranê êrîşên hewayî pêk anîn. Piştî êrîşan Serokê DYAyê Donald Trump û Serokê Îsraîlê Binyamin Netanyahu daxuyanî dan û diyar kirin ku Serokê Dewleta Îranê Alî Hamaney hatiye kuştin. Piştî wê Televîzyona Dewleta Îranê nûçe derbas kir û piştrast kir ku Serokê Dewleta îranê Ayetullah Ali Hamaney li Ofîsa xwe hatiye kuştin. Piştî vê agahiyê dewleta Îranê 40 rojan şîn îlan kirin û li Tahranê 7 rojan saziyên fermî navber dan kar.


