Avustralya ji bo şerê li Helebê daxuyanî da

Wezîra Karûbarên Derve Penny Wong, bersiva nameya parlamentera Partiya Karkeran Charishma Kaliyanda ya der barê êrişên Hikûmeta demkî ya Şamê ya li ser gelê kurd, da.

1 deqe xwendin
Avustralya ji bo şerê li Helebê daxuyanî da

Penny Wong, bersiva nameya Charishma Kaliyanda ku têkildarê êrişên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li dijî kurdan hatibû amadekirin, da.

Penny Wong, diyar kir ku Avustralya ji ber zêdebûna aloziyan, bi taybetî li Heleb û derdora wê, pevçûnên di navbera hêzên kurd û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de, qurbaniyên sivîl û koçberiya bi zorê pir bi fikar e. Penny Wong, got ku Avustralya bang li hemû aliyan dike ku agirbestê bişopînin û piştgirî dide pêvajoyek veguhêz a berfireh ku mafên hemû gelan misoger dike.

Penny Wong, herwiha da zanîn ku Avustralya fikarên xwe bi rêya kanalên dîplomatîk ji Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê re ragihandiye û hev-sponsorê biryarek NY ya li ser parastina sivîlan e. Penny Wong, herwiha destnîşan kir ku Avustralya ji sala 2011an vir ve zêdetirî 600 milyon dolarê emerîkî alîkariya mirovî daye Sûriyeyê û welatên cîran.

Di dawiyê de, Penny Wong destnîşan kir ku her çend bandora Avustralyayê sînordar be jî, ew ê bi hevkarên navneteweyî re ji bo aştî û aramiya li Sûriyeyê bixebitin.