‘Aştî û azadî bi azadbûna Serok Apo pêkan e’
Kedkar û welatiyên ku tev li mitînga 1ê Gulanê ya Amedê bûn xwestin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe û wiha gotin: “Heta Serok Apo azad nebe, li vê axê ne aştî çêdibe û ne jî azadî.”

Bi pêşengtiya KESK, DÎSK, TMMOB, TTB û Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê, bi boneya 1ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran a Cîhanê li Qada Îstasyonê mitîngek hat lidarxistin. Beriya mitîngê, girseya ku endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî û kedkar tê de bûn, li Xaçerêya Semta Ofîsê kom bû. Gelek kes bi kincên herêmî tev li mitîngê bûn. Girse bi berzkirina dirûşmên “Bijî berxwedana karkeran” û “Bê Serok jiyan nabe” ber bi Qada Îstasyonê ve meşiya. Di mitîngê de axivêran bal hat kişandin ser krîza aborî, pirsgirêkên ku karker û kedkar pê re rû bi rû dimînin, pêvajoya heyî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Kedkarên ku tev li mitîngê bûn têkildarî pêvajoya heyî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ajansa me re axivîn.
‘Wexta Serok Apo azad nebe, li vê axê ne aştî çêdibe û ne jî azadî’
Welatiyê bi navê Mazlûm Demîral bal kişand ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di aştiya civakî de û wiha got: “Rêber Apo nêzî 28 sal in di nav çar dîwaran de ye û ji bo azadiya vî gelî têdikoşe. Wexta Serok Apo azad nebe, li vê axê ne aştî çêdibe û ne jî azadî. Ew ronahî û rûmeta me ye. Hûn dibînin, yên ku êrişî wî dikin mîna minafiqên dema Hz. Mihemed in. Em azadiya wî dixwazin, ji ber ku azadiya Kurdistanê di azadiya wî de ye. Ewropa jî di nav de, tu hêz nikarin bi qasî wî li ber xwe bidin. Divê tecrîd tavilê bi dawî bibe.”
‘Kengî birêz Ocalan azad bû, em ê wê çaxê bi ruhanî 1ê Gulanê û Newrozê pîroz bikin’
Mecît Ûrgay ê ku beşdarî pîrozbahiyê 1ê Gulanê bû, têgeha kedê bi têkoşîna azadiyê ve girêda û destnîşan kir ku kedkarên herî mezin gerîla ne. Mecît Ûrgay wiha domand: “Silav ji bo vê têkoşînê. 1ê Gulanê ji bo aştiya Kurdistanê û avakirina civakeke demokratîk e. Lê divê em rastiyê bibînin; emektarên herî mezin gerîlayên li serê çiyayên Kurdistanê ne ku canê xwe didin. Ked bi pere nabe, bi fedakariya can dibe. Ji ber vê yekê, emektarê herî mezin birêz Abdullah Ocalan e. Cejna me ya rastîn ne îro ye; kengî birêz Ocalan azad bû û hat Amedê, em ê wê çaxê bi ruhanî 1ê Gulanê û Newrozê pîroz bikin. Ez vê rojê li wan pîroz dikim.”
‘Pêwîstiya me bi yekitiyê heye’
Cebraîl Vûral jî di axaftina xwe de bal kişand ser pirsgirêkên çînî û somuriya li ser karkeran û wiha pê de çû: “1ê Gulanê roja berxwedana karkeran e. Berdelên herî mezin gelê Kurd daye. Kurd aktorê fikra serkeftina gelê dinyayê ye. Mîmarê ve kedê û têkoşînê Serok Apo ye. Serok Apo di zindanê de tevî hemû bêderfetiyan jî dixwaze civakan li hev bîne. Serok Apo bi rêya pêvajoya çareseriya demokratîk a aştiyê di nava hewldanên mezin de ye. Dûr an nêzîk ev pêvajo dê serbikeve. Piştî 30 salan ez tev li mitînga 1ê Gulanê dibim. Her çiqas pergala heyî bixwaze temenê xwe dirêj bike û nexwaze gavan biavêje jî. Em ê wan zagonan biqetînin. Gelê Kurd pêncî salên dawiye navê xwe li dinyayê belav kir. Dem hatiye ku em weke Sûriyeyê li zagonan navê xwe binivîsin. Serkeftina kedkarên cîhanê jî encax bi serkeftina pêvajoya civaka demokratîk ku Serok daye destpêkirin pêk were. Divê hemû girtiyên azadiyê û Serok demildest azad bibin.”


