‘7 sal in ji bo vegerê li ber xwe didin’

Endama Komîteya Penaberan a Serêkaniyê Zehra Semo anî ziman ku koçberên Serêkaniyê ji bo vegerin cih û warên xwe, 7 sal in di şertê herî dijwar de berxwedaneke mezin didin û got: “Hevdîtinên me yên ji bo vegerê didomin.”

1 deqe xwendin
‘7 sal in ji bo vegerê li ber xwe didin’

Piştî peymana 29ê Çileyê, heta niha 3 kom vegeriyan Efrînê. Koma yekemîn ku ji 400 malbatan, koma duyemîn ku ji 200 malbatan û herî dawî koma sêyemîn jî ji 800 malbatan pêk hat. Ji bo hemû malbatan debar hat peydakirin. Lê ji ber ku xaniyên ji aliyên biyaniyan ve hatine dagirkirin, nayên valakirin, nêzî 7 hezar malbat li benda vegerê ne. Pir zehmet e ku li ruxmê xaniyê wan heye jî nikarin tê de bi cih bibin û bijîn. Xebata ji bo vê yekê didome. 8 sal in talankirina li ser axa Efrînê didome. Vê yekê guhertineke demografî bi pêş xist. Di aliyê ziman, çand û kevneşopiyê de jî xwestin guhertinekê pêk bînin. Kesên ku vegeriyan, ji ber vegerê pir bi coş û kelecan bûn. Li aliyê din ji ber talankirin û wêrankirinê pir xemgîn bûn. Niha ji bo vegera koçberên Serêkaniyê û Girê Spî jî xebat tên kirin. 

Rêvebera Komîteya Koçberan a Serêkaniyê Zehra Semo li ser rewşa koçberên Serêkaniyê agahî dan. Zehra Semo anî ziman ku di cotmeha 2019an de êrişeke hovane li ser Serêkaniyê hat kirin û wiha got: “Balafirên şer ên tirk hêz da komên çekdar ku êrişî bajarê me bikin. Di vî şerê li dijî Serêkaniyê de hemû çekên giran û qedexekirî li dijî sivîlan bi kar anîn. Çekên qedexe yên fosforê bi kar anîn. Ji ber van êrişan şêniyên Serêkaniyê cih û warên xwe terk kirin. Piştî van êrişên hovane, şêniyên Serêkaniyê berê we dan Hesekê, Tiltemir û li tevahiya rojavayê Kurdistanê belav bûn. Gel li sê kampan bi cih bû. Li kampên Serêkaniyê, kampa Vaşokanî û kampa Newrozê bi cih bûn. Gelek şênî jî li gundên derdora Serêkaniyê bi cih bûn. Wan xwest li nêzî Serêkaniyê bi cih bibin.” 

‘Bi sekna xwe bersiv da dijmin’ 

Zehra Semo destnîşan kir ku dema mirov qala êş û zehmetiya koçberiya 7 salan bike, gel êşên zor kişandin û got: “7 sal koçberî, 7 sal wêrankirin, 7 sal in bi bêrîkirin û hesreta bajarê xwe dijîn. Li vî bajarî ji dayik bûne û mezin bûne. Ev bêrîkirin û hestiyariyekê çêdike. Mirov li bajarekî ku her tiştê xwe li wir ava kiribe û dûrî wî bijî pir zehmet e. Şêniyên Serêkaniyê li dijî zor û zehmetiyên germa havînê û sermaya zivistanê gelek li ber xwe da. Tevî jiyana kampan a zor û zehmet, gelê Serêkaniyê li ber xwe da û heta niha têkoşiya. Bi sekn û mayîna xwe bersiveke xurt da dijmin. Got şert û merc çi dibin bila bibin ez ê li ber xwe bidim û li vir bijîm. Gel ji bo dîsa li cih û warê xwe vegere 7 sal in li ber xwe dide. Gel dibêje ‘Serekaniyê cihê min ê resen e, cihê kal û pîrên min e’; dibêje ‘ev cihê dîroka min e, dîroka mîtaniyan e; dibêje ‘warê Tilxelef e’. Serêkaniyê bi rengbûna çand û miletê wê, kurd, ereb, suryan, êzidî û civakên din bi hezaran salan bi hev re li vir jiyane.” 

Zehra Semo da zanîn ku di şerê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de şêniyên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê bi zordariyê ji cih û warên xwe derketin û wiha pêde çû: “Piştî hilweşina Rejîma Baasê û piştî peymanên 10ê Nîsan û 29ê Çileyê, biryar hat wergirtin ku hemû koçber vegerin ser axa xwe. Ji bo vegera xelkê Serêkaniyê hîn ti gav nehatine avêtin.” 

‘Bi hikûmetê re hevdîtin didomin’ 

Zehra Semo anî ziman ku wekî Komîteya Koçberan heta niha gelek hewldanên wan çêbûne û got: “Ji bo mafê siyasî û mafê qanûnî me gelek hevdîtin kirin. Ji bo vegera koçberên Serêkaniyê em bi hikûmeta demkî re her tim di nav dan û standinê de ne.” 

‘Şertên vegerê çênebûne’

Zehra Semo destnîşan kir ku heta niha şert û mercên vegerê ji bo koçberan çênebûne û wiha lê zêde kir: “Nîviyê bajêr hatiye xerakirin. Demografiya hundirê bajêr xera kirine. Koçberên vegerin jî hîn nîviyê bajêr wêran e. Cih û warê lê bimînin tune ne. Amadekirin û avakirina şert û mercên ku lê bimînin pir zehmet e. Ji ber vê yekê welatiyên ku vegerin dê rastî zehmetiyên mezin bên. Bajar piştî hat dagirkirin piranî xera bû.” 

Zehra Semo daxwaz û hewldanên xwe yên ji bo vegerê bi van gotinan anî ziman: “Em wekî xelkê Serêkaniyê dixwazin vegerin cih û warên xwe. Em dixwazin ewlehiya vegerê hebe. Piştî vegeriyan parastina wan û rêveberiya wan hebe. Dema xelk vegeriya taxên xwe meclisa wan hebe û bikaribin xwe bi xwe bi rê ve bibin û îdare bikin. Divê piştî vegerê îşkence û tundî li ser gel neyê meşandin. Xelkê efrînî jî vedigere. Heta niha koma sêyemîn vegeriya. Em dibînin ku yên vedigerin rastî gelek zor û zehmetiyan tên. Hin jê dema vedigerin dibînin ku xaniyê wan bi temamî hatiye xerakirin, hinek ji wan dibînin ku xaniyê wan hatiye dagirkirin û kesên din lê bi cih bûne. Ji ber vê yekî divê bi temamî şert û merc bên avakirin. Divê kesên li malên koçberan bi cih bûne derkevin. Divê xaniyên ku hatine xerakirin bên avakirin.” 

‘Xera dikin û derdikevin’ 

Zehra Semo da zanîn ku kesên ketine Serêkaniyê, heft sal in li ser mal û milkên koçberan bi cih bûne û got: “Ev kesên li vir bi cih bûne, dema derdikevin xera dikin û derdikevin. Em ji bo xelkê Serêkaniyê û Girê Spî di meha pêşiya me de vegerin cih û warê xwe têdikoşin. Yên ku herî zêde zor û zehmetiyan dijîn koçber in. Yên ku herî zêde bedelan didin kurdên koçber in. Ji bo mafê xwe biparêzin têdikoşin. Koçber, di vegerê de çiqas zor û zehmetiyê bibînin jî dê dîsa vegerin. Divê bi qanûnî maf û ewlehiya wan bên parastin. Kesên ku ji bo mafên xwe heta niha li ber xwe dane, dê heta dawî li ber xwe bidin. Dê her tim ji bo doza vegera bajêr û warê xwe li ber xwe bidin. Em dixwazin vegereke bi rûmet û laqiyî koçberan pêk bê. Em dixwazin vegera cih û warê xwe ya resen li ser bingeha zagonî û mafên mirovan pêk bê.”