600 malbatên din vedigerin Şengalê
600 malbatên Şengalî dê di nava hefteyekê de ji kampên Behdînanê vegerin Şengalê.

600 malbatên Şengalî, dê di nava hefteyekê de vegerin cih û warê xwe yê Şengalê. Civaka Êzîdî ku beriya 12 salan ji ber hovîtiya çeteyên DAIŞê ji ser axa xwe koçber bibû, careke din vedigere ser axa xwe. Tevî astengiyên ku ji aliyê rêveberiya PDKê ve li herêmê tên derxistin, bi hevkariya Rêxistina Navdewletî ya Koçberan (IOM) û Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê, vegera xelkê careke din dest pê kir.
Li gorî nûçeya Nûçegîhanê ROJNEWSê Îbrahîm Êzidî amade kiriye, di nava hefteyekê de dê 600 malbat ji kampên li herêma Behdînanê vegerin ser axa xwe. Di çarçoveya vê bernameya vegerê de, ya ku ji aliyê Rêxistina Navdewletî ya Koçberan ve tê birêvebirin, wekî qerebûkirin milyon û nîvek dînarên Iraqî (1,500,000 IQD) didin her malbateke ku vedigere. Ev bernameya vegerê niha ji bo 1000 malbatî hatiye amadekirin.
Beşek ji van malbatên ku vegeriyane, berê xwe dane komelgeha Digurê ya Şengalê. Malbat ji ber vegera li ser axa xwe pir kêfxweşin û didin xuyakirin ku eger li Şengalê bimirin jî ji jiyana li dervayî herêmê xweştire.
‘Şengal cihê parastina baweriyê ye’
Welatiyê bi navê Qasim Hesen li ser vegerê ji ajansa mere axivî û got: “Di jiyana me de yek ji tiştên herî girîng, baweriya me ye. Dema em karibin li ser bîr û baweriyên xwe yên Êzîdîtiyê bijîn, ev ji bo me her tişte. Ji ber vê yekê ye ku heta niha ewqas ferman li ser me pêk hatine, lê me tu carî dest ji baweriya xwe bernedaye. Ji bo ku em karibin vê baweriyê biparêzin jî cihê herî baş ji bo me Şengale. Lewma vegera li Şengalê pêwîste. Raste, nêrîn û fikrên her kesî cuda ne, lê di dawiyê de cihê ku em lê vegerin tenê Şengale. Dibe ku di aliyê xizmetguzariyê de kêmasî hebin, lê ji bo min bixwe mirina li Şengalê ji jiyana li derveyî herêmê xweştire. Em dixwazin hemû malbatên me vegerin Şengalê û bi vegera her malbatekê re em kêfxweş dibin.”
‘Veger bersîva fermanê ye’
Samî Eswed jî nêrînên xwe wiha anîn ziman: “Tiştê herî nexweş û şerm ji bo me eve ku em piştî van hemû salan hîn jî di nava çadiran de dijîn. Raste, gelek kes hene ku derfetên wan nînin an jî li vir malên wan hatine xerakirin, lê gelek malbat hene ku xaniyên wan li vir ava ne, lê dîsa jî venagerin. Êdî bese, lazime her kes ji xwe dest pê bike û vegere ser mala xwe. Tenê bi vegera li ser axa xwe em dikarin bibêjin ’em hene’. Heya ku em li derve bin, tu kes tiştekî ji bo me nake. Bi vegera li ser axa xwe em dikarin bersiva fermanê bidin û em daxwaz dikin ku hemû malbat vegerin.”


